Penaber Behrûz Boçanî (Behrouz Boochani) yê ku bi nivîskarî û rojnamevaniya xwe ya li ser sîstema li derveyî erdên Awustralyayê girtina penaberan, gelek xelat wergirtin, ji Papua New Guineayê veqetiya û çû Zelanda Nû; Boçanî li wir serbest e.

Behrûz Boçanî li balefirgeha Aucklandê hat pêşwazîkirin. Ew berê bûbû dengê wan penaberên li girava Manusê dihatin ragirtin û bi xwe jî yek ji wan bû. Di dema xelkê bixêrhatina wî dikir, wî diyar kir ku ew ê êdî ti carî venegere Papua New Guinea yan jî rejîma Awustralyayê ya koçberiyê. Wî ji rojnameya Ingilîzî The Guardian re got, “Ez ê careke din venegerim wê deverê. Ez tenê dixwazim ji vê sîstemê, ji vê pêvajoyê azad bibim. Ez tenê dixwazim li cihekî bim ku ez bi xwe jî kesek bim û ne tenê weke penaber hatibim etîketkirin.”

Bibîranînên êş û azarê bi me re ne

Behrûz Boçanî 6 salan bi darê zorê li girava Manus hatibû ragirtin û di wê demê de bûbû dengê penaberên bi darê zorê ragirtî yên li vê giravê. Kitêba wî ya bi navê “Ti dost nînin ji bilî çiyayan (No Friend But the Mountains)” li Awustralyayê xelatên herî muhim ên wêjeyê wergirtin.

Awustralya ji helwêsta Zelanda Nû ya vegirtina penaberan aciz e, li gorî wê ev yek sîstema wê ya li derveyî welatê xwe girtina penaberan xira dike. Hîna statuya Behrûz Boçanî li Zelanda Nû ne diyar e. ew dibêje, “Piştî bêhtirî 6 salan, ez gelekî westiyam. Lê ez bextewer im ku ji wî cihî derketim. Li cem her kesê li manusê mayî bîranênên êş û azarê hene, em nikarin wan bibîranînan ti carî li wê giravê bihêlin. Lê ez ji dil bextewer im: ez azad hîs dikim.”

 

NAVENDANÛÇEYAN