Bi beşdarbûna zêdeyî 350 weşanxaneyan, di nav de weşanxaneyên ji Sûrî, Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê, doh Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê dest pê kir.

Rêveberê Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê, Îhab El-Qeysî got, ji 21 welatan weşanxane beşdarî pêşangehê dibin, di nav wan de jî hejmarek weşanxane hene ku ev cara yekê ye beşdariyê li vê pêşangehê dikin.

Rêveberê Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê, Îhab El-Qeysî got, “Ez di wê baweriyê de me ku pêşangeh wê balkêş be, û beşdarbûneke mezin wê hebe. Di navbera 300 heta 400 weşanxane hene, ku bi awakî rasterast yan jî bi wekalet dê beşdarî bikin.

Îhab El-Qeysî da zanîn ku kesên beşdar ji 21 welatan in, di nava van welatan de Misr, Libnan, Urdun û Sûriye hene û wiha dewam kir: “Ji Tirkiye û Îranê, herwiha ji Kurdistanê jî hene. Weşanxaneyên Kurdistana Sûriyê, Kurdistanê Îranê, Kurdistana Tirkiyê jî beşdar in. Herwiha ji Brîtaniya, Elmanya û Îtalyayê hejmarek ji weşanxaneyên girîng beşdar dibin.” n HEWLÊR