Li Tirkiyê bekçiyên nola cerdevanan li bajaran têne rêxistinkirin. Pêşniyarqanûna di vî warî de jî li Komisyona Karê Hundir de hat qebûlkirin. Pêşniyarqanûn hê nebûye qanûn bekçî ji niha ve çavsor bûn û êrişî welatiyekî kirin. Ji ber ku ev qanûn mafê jêpirsîn, lêdan, kelepçekirin û sîlehbikaranînê dide bekçiyan.

Bekçiyan li taxa Kocamûstafapaşa ya navçeya Fatîh a Stenbolê, kesekî nexwest ku bekçî wî sax bike. Bekçiyan jî lê dan û ew li erdê dirêj kirin. Di dîmenan de ku li medya civakî hatin weşandin, welatî ji bekçiyan re dibêje ‘te destê min şikand’, lê belê wî bi hesinan kelepçe dikin.

Balkêş e ku di wê demê de bekçiyek jê re dibêje, “li ber min ranebe”.

 

 ANF/STENBOL