Li van rojên ku tevgêra rizgariya Kurdistanê li ser pişta kêrê bi hestên şadî û tirsê pêş dikeve, gelek Beko Ewan dîsa derketine meydanê. Her roj aliyêkî li dijî aliyê din sor dikin. Beko Ewanên ku heta îro ji bona rizgarî û azadiyê tiştek nekirin, herî zêde dipeyivin.
Ev qirêja civaka kurdan ji yên ku bi salan xizmet kirine, pirtir bûne teref û bi navê terefekî êrîşî terefên din dikin. Hin ji van fesadan endamên tevgerên siyasî ne û li gorî nêrîna tevgera xwe dipeyivin. Ev mafê wan e ku nêrînên tevgera xwe biparêzin. Lê mafê ti kesî nîne bi navê mafê gotina nêrînên tevgera xwe êrîşî yekîtiya netewî bike. Hem jî li van rojên ku kurd li ber deriyê rizgariyê ne. Dixwazê ev kes endamê tevgeran bin an ne endam bin, mafê wan nîne ku tifaqa kurdan xirab bikin.
Ez bawer dikim ku pêdiviya ti tevgeran bi parêzvaniya van Beko Ewanan tune ye û divê li wan guhdar nekin. Ev kurtêlxwerên nezan, her roj derdikevine telefizyonan û tevgera ku bi keda zarokên me bi xwîn û xwêdana gelê me hatî vê pilê tawanbar dikin.
Mirov carnan dihizire, heke hêz di destên wan de bana, wan dê mîna korên ku kêçan digirin û di nav tiliyên xwe de diperçiqînin, wan jî dê li kolanan mirov wisa biperçiqandina. Ev kesên ku ji bona rizgariya welêt destên xwe ji ava germ nekirine nav ava sar, pir xirab dileyîzin.
Ev gelac û fesadên ku ji bona navbera tevgerên kurdan xirab bikin, xwe li gel aliyekî didin nîşandan û li dijî aliyekî dipeyvin. Qet nabêjin ku dagîrkeran zarok û pêşengê kurdan di jêrzemînan de şewitandin. Qet nabêjin ku kes cihê gora pêşiyên xwe nizanin û nikarin herin ser gora wan fetihekê bixwînin. Dive mirov ji van Beko Ewanan bipirse ji kurdan kî cihên gora Şêx Seîd, Seyîd Riza, Seîdê Kurdî û hevalên wan dizanin? Bi ser de jî hûn zarokên kurdan tawanbar dikin.
Bi rastî ev bêşerm dikarin bêjin ku şêx Seîd û hevalên xwe bûn sedem ku zêdeyî şêşt hezar mirovên kurd yên wê serdemê hatine kuştin û bi hezaran gund hatine şewitandin.
Seyîd Riza, Alîşêr û pêşengên bi wan re bûne sedem ku şikeftên çiyayên Koçgîrî û Dêrsimê ji laşên jin û zarokên kurdan tijî bûn.
Biroyê Heskê Têlî û Îhsan Nurî paşa bûn sedem ku komkujiya geliyê Zîlan pêk were û dewleta tirk li ser serê çiyayê Agirî binivîse Kurdistan li vir hate veşartin.
Şêx Mehmûdê Barzancî bû sedem ku dewleta îngilîzan bajarê Silêmaniyê bombabaran bike. Mala Eliyê Ûnis bûn sedem ku bi hezaran jin, zarok û mêrên wan li çiyayên Sason werine kuştin.
Îro nabêjin, lê dikarin siberojê bêjin ku Simkoyê Şikakî bû sedem ku şahê Îranê rojhilatê Kurdistanê wêran bike. Qazî Muhemed û hevalên xwe bûn sedem ku li meydana Çarçira hatine kuştin. Dr. Qasimlo û Şerefkendî bûn sedem ku komara islamî li navendên Ewrûpa ew kuştin.
Sibe dikarin bêjin, mela Mistefa Barzanî û hevalên xwe bûn sedem ku bi destên baasiyên nîjadperest bi sedhezaran mirovên kurd hatine kuştin. Bi hezaran gund hatin şewitandin û wekî din. Ev zimandirêj wisa diaxivin, ez bawer dikim siberojê dikarin hemû tawanbariyên ku neyaran kirin, bikin tawanê kurdan.
Sedam jî digot, “Pêşmerge bi leşkerê Îranê re ketibûn Helepçeyê ji ber wê me li wan da.” Bi çekên kîmyayî li kurdan dida û sûc jî dikire sûcê kurdan. Enfal kirina sed û heştê û du hezar jin û zarokan jî dikir tawanê pêşmergan.
Şeva berê min li yekî ku Enfal û Helepçe dîtî guhdarkir, tiştên ku Baasiya wê rojê ji bona tevgera başûrê kurdistanê digotin, wî jî ji bona xirabkirina bajarên bakurê Kurdsitan digotin. Min di axiftina wî de yek peyva ku dagirkerên Kurdistan tawanbar bike nedît. Hebû tune bû tevgera azadiya Kurdsitanê tawanbar dikir û ji bona şerekî navxweyî şûrê xwe kişandibû. Mirov nedizanî ka siyastmenderekî partiyeke kurda ye an siyasetmenderekî tirka ye. Bi axiftinê dabeşkirina Kurdistan nedipejirand, lê deh caran zêdetir digot, “Dive hêzên bi ser PKKê ve ji Şengalê derkevin û herin bakurê Kurdistanê. Ev der welatê me ye, mafê PKKê li vir nîne ku bimîne.” Mirov digot qey PKK ji cîhaneke din hatiye Kurdistanê. Lê qet negot, kîjan hêzê Şengal ji hovên sedsala me rizgar kir. Bi peyvekê be jî negot, “Çima li duzdeh cihên cuda yên başûrê Kurdistan hêzên leşkerên tirkan hene.”
Divê baş were zanîn ku kurd li ber devê deriyê azadiyê ne û neyarên kurdan jî heta ji wan tê nahêlin ku kurd derî vekin û derbasî cîhana azadiyê bibin. Kîjan alî an jî kesên ku li ber vekirina deriyê azadiyê bibin asteng, xizmeta dagîrkerên Kurdistanê dikin. Ev ên ku bi devê berpirsên tirkan dipeyvin, divê baş zanibin ku dîrok dê naleta xwe li wan bike. Kesên ku ji yekîtiya kurdan birevin û nehêlin yekîtî çêbibe, ew ne ji dola kurdan e. Bîjîne (pîç) û ji dola dagîrkerên welatê kurdan e.