Firat Arzû yê ku ev 26 sal in girtiye, piştî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) ya “Mafê dadgehkirina adilane hatiye binpêkirin”, bi şev hat berdan. Arzû piştî berdana xwe got, “Ma ka gotin ku behsa hestên min bikin.”

Firat Arzû di Cotmeha sala 1993’yan de li Amedê hatibû girtin û Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) cezayê hepsa muebata girtan lê birrîbû. Piştî vê bi 26 salan Firat Arzû hat berdan. Arzû hîna 22 salî bû ketibû hepsê û 48 salî ji hepsê derket. Pêr bi şev wî ji Hepsa Tîpa E ya Mêrdînê berê xwe da derve.

Parêzerên Arzû, bi sedema “Mafê dadgehkirina adîlane hatiye binpêkirin” miracaetî DMME´yê kiribû. Piştî ku DMME´yê biriyara “binpêkirina maf” da, Firat Arzû hat berdan. Arzû wê ji nû de bê dadgehkirin.

Arzû piştî hat berdançû mala xwe ya li navçeya Amedê Çinarê.

 

MA / MÊRDÎN