Şervanên Meclîsa leşkerî ya Minbicê, piştî ku derbasî nava taxên bajêr bûn, li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dest bi şerê sîng bi sîng kirin.
Piştî rizgarkirina Embarên Genim ên Minbicê ango piştî ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbasî nava taxên bajarê Minbicê bûn, êdî şerê dijwar ê sîng bi sîng destpê kir.
Şerê dijwar li nava kolanan dewam dike û şervanên Meclîsê gav bi gav bi pêş ve diçin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo zerar negihêje sivîlan û sivîlên ji aliyê çeteyan ve dîl hatine girtin rizgar bikin, bi hesasiyeteke mezin tevdigerin.
Êrişa ji Cerablûsê hat şikandin
Li aliyê din çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê Cerablûsê ve êrişî herêmên şervanên Minbicî kir. Ev êriş hat şikandin. Çeteyên DAIŞ'ê doh danê sibehê ji başûrê bajarê Cerablûsê û bakurê Çemê El-Sacûr êrişî çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiveke tund dan çeteyan û şerekî dijwar li vir rû da li gundê Qîrat ê bi 19 km'yan li başûrê Cerablûsê. Piştî şerê 3 saetan, çete hatin şikandin û neçar man birevin.
Belgeyên li mala emîrê çete yê Rûs
Piştî ku Embara Genim a Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin, karê lêgerîn û paqijkirinê destpê kir. Li mala emîrekî çete yê Rûs gelek belgeyên bi Rûsî û Erebî hatin bidestxistin.
Li vê malê ku weke navenda çeteyan dihat bikaranîn, gelek belgeyên bi zimanên Rûsî û Erebî hatin dîtin. Her wiha gelek nivîs li ser dîwarê xanî hatine nivîsandin. Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku herêm dagir kirin, Kurd bi zorê ji herêmê derxistin û dest danîn ser malên wan. Hat zanîn ku ev mala ku emîrê çete yê Rûs dest daniye ser, mala welatiyekî Kurd e.
Di mala vî serçeteyî de faturayên derbasbûna pêdiviyên çeteyan ên ji Tirkiyeyê hatin dîtin. Li gorî agahiyên li ser faturyan hatine nivîsandin, tiştên çeteyan ji aliyê fîrmayeke bi navê “ANVAR KARGO FÎRMA” ve hatine şandin. Di faturayan de diyar dibe ku tiştên çeteyan ji şaxa vê fîrmayê ya bajarê Dîlokê hatine. Heman fîrmayê tiştên çeteyan hem derbasî Musilê hem jî Suriyeyê kirine.
600 mayîn hatin bêbandorkirin
Embarên genim beriya 2 rojan, piştî şerê dijwar di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de, ji çeteyan hat rizgarkirin. Lê çeteyên DAIŞ`ê beriya ku ji embarên genim birevin, nêzî 600 mayînên ji her cureyî li pey xwe çandibûn. Mayîn bi şêwazek pispor li hawirdora embaran û hundirê wan hatibûn bicihkirin. Her yek ji wan jî li gorî cihê xwe hatibû veşartin û xumamkirin.
Pisporekî rakirina mayînan ê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku yek ji cureyên mayînan ku çeteyan çandibûn, ji Aluminyum Boyeslê û benzîna hazir saz dibe. Vî pisporî got, “Ev herdu made jî li dewletên mezin ên wekî Tirkiyê tên çêkirin. Ji ber ku derfetên çêkirina van madeyan li Sûriyê tune ye. Ji ber vê yekê jî careke din têkiliya çeteyan û Dewleta Tirkiyeyê derket holê”. Ekîpên pispor hemû mayînên li embaran bêbandor kirin.
MINBIC