Tevî ku van jinan pirr baş pê dizanî heke bihatana girtin wê bi keviran werin kuştin jî, xwestin ku dinya fêm bike ka jiyana li vî bajarî û di bin hukmê DAIŞ´ê de çawa ye. Mirov di filmê de dibîne ku heta bi rûyên jinan ên li ser paketên tiştan ên tên firotin jî qedexe ye û divê werin jê birin. Polîsên jin ên DAIŞ´ê li kolanan digerin û dinihêrin ka jin hene ku rû û bedena xwe li dûv du burqayan veneşartine. Û li vî welatî, hebên li dijî zarokanînê yekane rê ye ku jinan ji kuştina bi keviran rizgar dike. Di film de, jina bi navê Ûm Muhemmed dibêje, “Ez dixwazim bi rengê ez hez dikim bijîm. Ez hez dikim tişta bi dilê xwe bikirim. Ez dixwazim (ji malê) derkevim, bi tenê, serbest û bêyî ku kesek notirvaniyê li min bike.”
Ev filma bi rengê belgefilm hatî amadekirin, 13 deqîqeyan dirêj e û bi gotinên “qîmeta ti tişta din nîne ji bilî azadiyê” bi dawî dibe. Kassem Hamade û Bissam Tay dîmen nûçe û agahî gihandine, û Christian Holmen jî hilberînerê filmê ye. Film li ser youtube hatiye weşandin.
FRANKFURT