Li bajarê Holandayê Amsterdamê Festîvala Belgefîlmên Navneteweyî ya Amsterdamê (International Documentary Film Festival Amsterdam) di navbera 16 û 27´ê Mijdarê li dar dikeve. Di festivalê de 300 belgefîlmên navneteweyî dê bêne nîşandan. Du belgefîlmên derhênerê Kurd Rêber Doskî yên bi navê “Radio Kobanî” û Yezidi Girls/Keçên Êzîdî û belgefîlma derhêner Zuhawî Sincawî ya bi navê The Return (Veger) jî di beşa sereke ya festîvalê de wê bêne pêşkêşkirin.
Çîroka Dilovan a 20 salî
Belgeflimê Kurdî Radio Kobanî yekem car e di Festîvala Belgefîlmên Navneteweyî ya Amsterdamê de di beşa sereke ya festîvalê de beşdar e ku yek ji navdartirîn festîvalên belgefîlman di cîhanê de tê naskirin.
Belgefîlna Radio Kobanî behsa keçeke 20 salî bi navê Dilovan dike ku li bajarê Kobanî radioyekî ava dike.
“Yezidi Girls/Keçên Êzîdî” behsa çîroka keçên Êzîdî yên ji destê DAIŞ´ê rizgarbûne dike.
Vegera keçeke hemşîre
Belgeflimê Zuhawê Sincawî The Return (Veger) jî di beşa sereke ya festîvalê de tê nîşandan.
Filma çîroka Vegere behsa keçeke hemşîre dike, weke xwebexş li kampeke ku bêhtirî 20 hezar koçberên Kurdên Êzîdî lê ne, kar dike û alîkariya wan dike.
AMSTERDAM