Ji ber vê zagonê û helwesta polîsan 127 kes ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin. Malbatên ku zarokên wan ji yana xwe ji dest dan ketin nava lêkolîn û lêgerînan. Xwendekara Zanîngeha Dokuz Eylulê ya Îzmîrê ku di Fakulteya Hunerên Xweşik de dixwîne derhêner Eylem Şen, li ser vê rewşê belgefîlma Metropolîs amade kir.

Şen der barê belgefîlma Metropolis de anî ziman ku ew li ser tundiya fermî, pêkanînerên tundiyê, mexdûrên tundiyê û çima kesên van sûcan pêk tinin bê ceza dimîn? rawestiya ye. Şen, da zanîn ku di sala 2007'an da Baran Tursun  ji ber li şiyariya polîs guhdar nekir hat qetilkirin û wiha got: "Ji wê demê heta niha 127 kes bi hinceta li hişyariya polîsan guhdar nekirine hatin qetilkirin. Çima û çawa? Çima polis bi hêsanî çekê dikişîne û gule berdide? Çima kes û saziyên vê yekê asteng bike tune? Van geşedanan ez arasteyî lêgerîna tundiyê kirim."

Nûçeyên manîpulê

Derhêner Eylem Şen destnîşan kir ku dema fîlm amade kir ket nava lêkolîna van bûyeran û li aliyê din polîtîkayên ewlehiyê û razîbûna civakê jî li ser vê yekê lêkolîn kir û wiha got: "Ez der barê mijarê de bi gelek hîndekar û zanyaran re axivîm. Min sûd ji lêkolînên TESEV'ê girtin. Min sûc ji saziyên TÎHV, Rêxistina Mafên Mirovn a Navneteweyî Vakfa Baran Tursun û ÇHD'ê sûd grit. Min ji parêzer, rojnameger, mexdûr kesên din nerîn stendin. Kesên li ser mijarê lêkolîn û çavdêriyên xwe anîn ziman. Vegotinên kesên bûne mexdûrê tundiyê û malbatên wan. Dîsa xebat û çavdêriya hîndekarê Akademiya Polisan Erkan Koc pir balkêş e. Li aliyê din lekolîna zanyar û hîndekar Mithat Sancar jî pir balkêş e. Dîsa çavdêriya Sazûmankarê Sendîkaya Emniyet Senê û polîsê berê Emrullah Aksakal a der barê helwesta polîsan de jî pir balkêş e.  Dayik û 4 xwişk û bira ji malbatekê 5 kes nêzî 50 caran li 9 deverên cuda rastî tundiya polîsan hatine. Ji ber tundiya polîsan Cengiz Karataş ji sedî 60 çavê xwe winda kir. Min li ser serpêhatiya malbata Karataş û zextên polîsan a li ser malbatan û kesan vegot. Dîsa min helwesta medya ya li hemberî van bûyeran û malbata Karataş girt dest. Em dibînin ku medya çawa rastiyê manipulas dike. "

'Fêrî têkoşînê bûn'

Derhêner Eylem Şen anî ziman ku malbatên ji bo li zarokên xwe xwedî derkevin her hefte derketin qada Galatasarayê û çalakiyên "Dayikên Şemiyê" pek anîn têkoşîn fêrî malbatan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema mirovên muxalif tên kuştin û li hemberî vê yekê bê dengî hebe wê demê nîşan dide ku dê dor bê yên din jî. Lê li hemberî vê kuştina polîsan ne saziyên fermî û ne jî saziyên civakî tu tiştî nakin. Divê em bi şînê li van zarokên ku tên kuştin xwedî dernekevin. Bi têkoşîn û xebatê divê li wan xwedî bê derketin." 

DÎHA/ÎZMÎR