Komîteya Karîgeriya mezintirîn û xurtirîn partiya Kurdan a li Sûriyeyê PYD’ê der barê naveroka peymana di navbera Konseya Netewî ya Sûriye û hikûmeta AKP’ê de belavokekê belav kir. PYD’ê got; “Bi taybetî em ji hêzên Kurd ên ku di nava vê Konseyê de cih digrin, daxwaz dikin ku dîtina xwe li ser van mercên li jor yên ku ji hêla Komara Tirkiyeyê ve hatine ferzkirin zelal bikin. Li hemberî van mercan bê dengî tê wateya tevlîbûna înkara hebûna Kurdan.”
Ji sedî 50’ê konseyê îslamî ye
PYD’ê di belavokê de got; “Di vê dema dawî de li Stenbolê damezerandina Encûmana Netewî ya Sûriyeyê hate ragihandin. Di nava vê encûmanê de gelek hêzên mûxalefeta derve ya Sûriyeyê hene.” PYD’ê destnîşan kir ku ev konsey ji %50 zêdetir ji tevgera Îslamî pêk tê, hinek agehdarî di riya çapemaniyê re aşkere bû û got; “Ji destpêka hevdîtinan di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û muxalefeta Sûriyeyê de, Tirkiyeyê mercên xwe li ser muxalefetê dan pejrandin.”
PYD’ê got; “Me ji hêzên muxalefetê xwest ku dîtinên xwe di derbarê van mercan de zelal bikin, lê mixabin ji bersivê reviyan, me di vê dawiyê de agahî girt ku hikûmeta Tirk xwestekên xwe li ser muxalefeta Îslamî ferz kirine.” PYD’ê bal kişand ku di naveroka peymanê de benda Hevpeymana Edeneyê jî cih digire û got; “Ji van bendan yek jê Hevpeymana Edene ya di sala 1998 ê ye û hinek bendên din jî hene.” Hêjayê gotinê ye pêvajoya hevkariya leşkerî ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de, di sala 1998’an de bi Peymana Edeneyê li ser bingehê dijayetiya PKK’ê hatibû destpêkirin û piştî wê Sûriyeyê gelek kesên ku dihatin îdîakirin PKK’yî ne radestê Tirkiyeyê kiribû û Tirkiyeyê jî girtiyên PKK’yî yên ji Sûriyeyê radestê Sûriyeyê kiribû.”
Ji PYD’ê bangawazî
PYD’ê her wiha got; “Li gora van bendên li jor em weke Partiya Yekîtiya Demokrat PYD bi tundî vê destwerdana Tirkiyeyê di kar û barên hindurî yê Sûriye de şermezar dikin, pê re jî em pêjrandina van bendên li jor ji hêla hinek grûbên muxalefeta Sûriye yên di hindirê Encûmana Netewî de şermezar dikin.
PYD’ê bi taybet bang li alî û derdorên Kurdan ên ku di nava Konseya Netewî de cih digirin kir û got; “Bi taybetî em ji hêzên Kurd ên ku di nava vê Konseyê de cih digrin, dixwaz dikin ku dîtina xwe li ser van mercên li jor yên ku ji hêla Tirkiyeyê ve hatine ferzkirin zelal bikin. Li hemberî van mercan bê dengî tê wateya tevlîbûna wan li ser înkara Kurdan.” n ANF/QAMÎŞLO
Xalên peymanê
- Dema ku Rejîma Baasê li Sûriyeye hilweşiya, hikûmeta ku bikeve cihê wê pêwist e hevpeymana di navbera Tirkiye û rêjîma Baasê de ya di sala 1998’an de pêk hatiye, biparêze. l Pêwist e ji hêla hikûmeta nû ve derfet neyê dayîn ku Kurd di makezagona Sûriye de werin bicihkirin.
- Astengkirina rola partiyên Kurdan bi giştî û bi taybetî jî Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD di nava muxalefetê de.
- Alîkariya dewleta Tirkiyeyê di heremên Kurdan de yên ku dikevin nav sînorên Sûriyeyê li dijî terorê were kirin.
- Derfetdayîna hewildanên Tirkiyeyê yên di warê çapemanî, propaganda û perwerdeyê de li hemberî tevgera Kurd li Sûriyeyê.
- Ku pêwist be, alîkariya dewleta Tirk di warê livbazî û şopandina terorîstan di hundirê sînorê Sûriye de were kirin.