Di belgeyê de polîtîkayên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê û konseptên ku amade kirine, cih digirin. Navenda van konseptan jî Hewler e, hedef jî Rojavayê Kurdistanê. Ev belge heta niha nehatiye piştrastkirin ka rast e an na, lê heta niha ne rayedarên Kurd û ne jî yên Tirk tu daxuyaniyek nedane.
Belgeya li ser navê ‘Midûriyetên GÎGY Û AÎGY ku girêdayê AGÎM as serokatiya Wezareta Derveya ya T.C (komar tirk), Têkildarî Saziyê Ji Destan veşariye’ bi koda ‘ÎHALA-8214TKL-TAR’ ji seferetxaneya Hewlêrê re hatiye nivîsin.
Di binê belgeyê de mohra “TC” heye. Her wiha rastiya belgeyê nehat piştrastkirin. Lê ne rayedarên Kurd û ne jî yên Tirk daxuyaniyek der barê rastî û nerastiya wê de nedane. Dema mirov li îfadeyên belgeya çar rupelî dinêrin, Herêma Federal a Kurdistanê di polîtîkayên der barê Sûriyeyê yên Tirkiyeyê de peywireke mezin digire.
Her çiqas rastiya belgeyê bi guman be jî, hin weşanên Herêma Kurdistanê, li bakur li dijî PKK, li Rojavayê Kurdistanê PYD û rojhilatê Kurdistanê jî PJAK’ê re di heman konseptê de ye. Pirtrastkirina rasiya belgeyê li aliyekê, naveroka wê bi polîtîkayên Tikriyeyê yên der barê Sûriyeyê de dişibin hev. Her wiha, di belgeyê de di xebatên dezenformasyon, propganda û îstîxbaratê bi taybetî roleke girîng didin PDK’ê. Ji ber vê yekê jî dibe ku ji bo PDK’ê têk bibe avêtine holê.
Tirkiye li hemberî bûyerên di adara 2011’an de li Sûriyeyê qewimîn de polîtîkayek da meşandin û bingehê vê polîtîkayê jî ew bû ku yekitî û yekpariya axa Sûriyeyê bê parastin. her wiha di belgeyê de jî tê dîtin ku piştgiriya leşkerî û siyasî dane sunniyên Ereb. Di rojên dawî de di çapemeniya rojava de agahiyên ku alîkariya çekan a ji bo muxalîfan ji Tirkiyeyê diçe û perwerdehî jî li Tirkiyeyê tên dayîn cih girtin.”
Di belgeyê de wiha tê gotin: “Civaka Ereb bi taybetî jî di aliyê sunnî de li hemberî rejîmê hêrsek mezin û ruhê şer heye. Divê ev alî bên handan (teşwîqkirin). Ji bovan beşan alîyê siyasî, dîpolomatîk de piştgirî bi awayek aşkere û di alîyê leşkerî û aborî dejî bi awayekî normal dê bê dayîn.”
Li dijî PKK'ê tevgera psîkolojîk
Di belgeyê de li ser rola kurdan a di pêşveçûnên Sûriyeyê de tên sekinandin û wiha tê gotin: “Li herêmên Şam û Helebê , Rojavayê Kurdistanê di encamalêkolînên hatin kirin de hate dîtin ku beşeke mezin a kurdan alîgirê PKK’ê ne û beşek jî bi tu awayî bi qasî ku bi tu awayî ji rêxistinê qut nabin xwedî hesasiyetên netewîne.” Di belgeyê de ev tespît tê kirin.
Ligel vê di belgeyê de tê îtîrafkirin ku li hermên Kurdan bandora wan gelek qelse û ji ber vê sedemê jî; pêşveçûnê asayî yên girîng û lezgîniya wan li ber çavan tên girtin û tiştên pêwist tên rêzkirin. Di belgeyê de balê dikişînin ser bandora PKK’ê ya l ser kurdên Sûriyeyê û di xala yekemîn ya belgeyê de behsa tevgera psîkolojîk ya dij tê kirin: “Di nava gel de PKK rejîmê diparêze, bi wê re li hev kiriye, mafên gelêkurd ji bo ewlehiya rejîmê tên qûrbankirin.”
Bandora li Kurdên Sûriyeyê
Bi vê armancê ji hikûmeta Kurd; Bi daxwaza hêzên rojava jî, li ser kurdên Sûriyeyê bandor hiştin’ tê xwestin. Di belgeyê de der barê de îfadeya ‘Di vê mijarê de wekî partî PDK û hikûmeta herêmê bi berpirsyarin” cih digire. Her wiha der barêvê de wiha tê gotin: “Li Sûriyeyê ger şexsiyetên kured bibin lîder, ji bo wan mîsyon bê avakirin, ji bo wan rê nîşandan, bi hêzên Bakurê Iraqê (başûrê Kurdistan) re anîna cem hev û di ava wan de yekîne avakirin, yekitî avakirin ji bo berjweendiyên dewletê ne.”
Disa di xala duyemîn de ji bo PDK’ê roj tê dayîn: “(…) Divê qad û bndora kurdên Sûriyeyê teng bike, heta tasfiye bike,ji bo ku xeta siyasetê ya PDK’ê bibe serdest han bide (teşwîq bike), piştgiriyê bide, ji bo ku partiyên nêzî YNK bi PYD’ê re neyên cem hev û pêşî li wanbigire teşwîq bike û mudaxîl bibe.
Bi kê re hevdîtin pêk anî?
Ji belgeyan dixuyê ji bo Kurd li hemberî rejîma Esad bi mijadperestên Ereb ên Sunî re bibin yek û beşdarî têkoşîna çekdarî bibin, rêxistina sîxûrî ya Tirk (MÎT) gelek hewl dide. Di vê belgeyê de tê gotin ku rêxistina sîxûrî ya Tirk bi “Welatiyê bi eslê xwe Kurd ê ji Sûriyeyê Sehledîn Bedredîn” re hevdîtin pêk aniye û “di hevdtîinê de hatiye xwestin ku Kurd bi muxalîfên çekdar ên Ereb re bibin yek.”
Plana koçberkirinê
Digel vê jî, tê xwestin ku Tirkiye weke dostê Kurdên Sûriyeyê bê nîşandan û PKK jî weke ku ziyanê dide Kurdan bê nîşandan. Di madeya çaremîn a bi şiqa “c” wiha tê gotin; “Ger şerek li herêmê çêbibe, divê berê Kurdên Sûriyeyê bidin Tirkiyeyê û beşek ji wan jî bişîne Bakûrê Iraqê û bi taybet jî herêmên di bin kontrola PDK’ê de.”
Balkêş bû ku di van rojên dawiyê de hat diyarkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo penaberên ji Rojavayê Kurdistanê tên 2 milyon dolar pere veqetandiye. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dixwazin Kurdên hejar ên Rojavayê Kurdistanê bikişînin Başûrê Kurdistanê. Lê li gorî agahiyên ji penaberên li Başûrê Kurdistanê hatine bidestxistin, ew di nava hejariyê de dijîn.
Rola şîrketên Tirk
Ji bo ciwanên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê koçberê Başûr dibin, propagandayek ya çekdarkirinê û “avakirina artêşek ji bo Kurdan” tê kirin. Balkêş e ku ev xebat bi rêya şîrketên Tirk ên nêzî MÎT’ê re tê kirin. Di belgeyê de wiha tê gotin; “Ciwanên ji wir tên, ji bo careke din venegerin, divê di şîrketên me yên ÎYÎ YAPI-UYK û KURAN-CML- de bêne bicihkirin û kar bidin wana, alîkarî bidin wan ciwanan. Divê bi awayên din alîkarî bidin wana da ku li herêmê bibimîn û venegerin.”
MAXÎME AZADÎ / ANF