Qeyûmê Sûrê, Miftîtiyê çi jê xwestiye kiriye, heta yeka Miftî nekiriye didu: televizyon, kamera û klîma jî ji Miftîtiyê re kirrîne.
Qeyûmê Licê bûrayê xwe li şaredariyê kiriye karmend, piştre kiriye ku li şaredariya bajarê mezin li Amedê bê wezîfedarkirin.
Qeyûmê Mêrdînê weke waliyê AKPʼê tevdigere, saziya wî biryara zema avê dide, piştre taloq dike, lê ne ew AKP vê eşkere dike.
Ji siyaseta dewleta Tirk e kiu bi qeyûman şaredariyên kurdistanê dagir bike. Yek ji van şaredariyan a Sûrê ye. Vê şaredariyê bi qeyûm 151 milyon û 743 hezar û 819 TL deyn xistiye stûyê xelkê xwe û qismekî muhim ê vî pereyî jî ji bo Miftîtiya Sûrê û Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Sûrê xerc kiriye. Qeyûmî şaredariya Licê dagirkirî jî burayê xwe ji Tranzonê aniye û kadroyek daye wî. Qeyûm wekî din jî ava xwedê li milet biha dikin û dixwazin bikin jehr. Qeyûm ê ku şaredariya Mêrdînê dagirkirî av biha kiribû, lê ji ber nerazîbûnê zema xwe taloqî Adarê kir. Ecêba ji ecêban jî ew bû, daxuyaniya taloqkirinê ne qeyûm lê rêxistina AKPʼê ya bajêr da. Yanî qeyûmên dagirker, belgeyên dagirkeriyê bi xwe bi kirin û îcraetên xwe radixin ber çavan.
Qeyûm ê ku şaredariya Sûrê ya li Amedê dagirkiriye, qaşo pesnê xwe dide bi xizmetan, lê xizmetên wî xasma ji saziyên asîmîlekirina Kurdan tên xerckirin. Ji bo Miftîtiyê û Midûriyeta Perwerdeyê ya ser bi dewleta Tirk qeyûm, 6 milyon û 25 hezar û 169 TL pere xerc kiriye. Heta bi kamera, TV û klîmayên ji bo her du saziyan jî bi pereyê şaredariyê hatine kirrîn. Vî qeyûmî,û yê beriya wî heta niha şaredarî xistine bin 151 milyon û 743 hezar û 819 TL deyn.
Qeyûman kredî kişandine û pê pere dane saziyên dewleta Tirk bi xwe. Navendên jinan, saziyên jinan, şaredariyên zarokan hatin girtin û avahiyên wan dewrî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê, Miftîtiya Navçeyê, cemaetên dînî, qeymeqamtiyê û Midûriyeta Xizmeta Malbat, Xebat û Civakî ya Bajêr hatin kirin. Bi vî awayî ti sazî û navendên aydî şaredariyê neman. Bi ser de jî gelek pere û kredî ji bankeyan hatin kişandin û deynkirin û ji bo Miftîtiya Sûrê, Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeyê, Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê, Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û saziyên girêdayî wan hatine xerckirin.
Miftî got çi, qeyûmî ew kir
Di 14’ê Sibata 2019’an de ji bo selihandina kursa Nûrû Ahmediyeyê 70 hezar û 210 TL pere qeyûm dane. Beriya hilbijartina 31’ê Adara 2019’an bi du hefteyan jî ji bo selihandina Navenda Piştgiriyê ya Malbatê û kursa wê ya Qur’anê qeyûmî bi giştî 420 hezar û 772 TL pere xerc kiriye.
Qeyûm her wiha ji bo miftîtiyê 10 TV û 10 klîma kirîne. Qeyûm di du sal û nîvan de bi giştî 2 milyon û 561 hezar û 94 TL pere ji bo miftîtiyê xerc kiriye.
Bura anî û ew kir karmend
Sînan Başakê ku di sala 2017’an de şaredariyê Licê dagirkiriye, di roja xwe ya diduyan de bûrayê xwe Fatîh Salîhoglû ji Trabzonê anîbû û li şaredariyê weke karmend bi cih kiribû. Paşê di dema qeyûm Cûmalî Atîlla de jî li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi awayekî dijqanûnî ew kiribû midûrê nivîsgehê û piştî ku kadro wergirt, ew tayînî Şaredariya Kagithaneyê hat kirin.
Ev hemû bi rapora li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya di serdema qeyûm Cûmalî Atîlla de ya Dîwana Mûhasebatê derkety holê. Burayê qeyûmê Licê yê bi navê F.S. jî li gorî vê raporê, bê îmtîhan 23’yê Tîrmeha 2018’an hatiye wezîfedarkirin. Ev kesê weke F.S. hatiye kodkirin, Fatîh Salîhoglû ye. Yanî bûrayê qeyûm Sînan Başak.
Sînan Başak di 10’ê Sibata 2017’an de bû qeyûmê Şaredariya Licê, û 12’ê Sibatê jî Salîhoglû li şaredariyê bi cih kiriye û paşê bêyî ezmûnekê di dema qeyûm Cûmalî Atîlla de li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li midûriyeta nivîsgehê hatiye bicihkirin û paşê wî kadro wergirtiye. Wekî din tê gotin ku Başak û Salîhoglû xizmên Wezîrê Karê Hundir ê Tirk Suleyman Soylû ne.
Qeyûm zema xwe da paş AKPʼê daxuyanî da
Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman ku weke qeyûm şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê dagir kiriye, ji bo Çile wê ava Xwedê, bihatir bifirota Mêrdîniyan. Lê xelkê zê acizî û nerazîbûna xwe da der û wî ji tirsa ev zema hanê taloqî Adarê kir. Ecêba ecêban jî ew bû, ne qeyûm, lê serokên rêxistinên AKP’ê yên navçeyan ev daxuyaniya taloqkirtina zemê da. Li ser nerazîbûnan saziya avê ya bajêr MARSUʼyê biryara taloqkirina zemê dabû, lê ne qeyûm ev biryar eşkere kir. Li şûna wî AKP Mêrdînê daxuyanî da.
AMED/MÊRDÎN