Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan a PKK’ê, Huseyîn Poyraz (Rûbar Dîcle), Nîhat Ayaz (Xelîl) û Ahmet Kiliç (Mûrat Dep) ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi bîr anîn.
PKK´ê bi daxuyaniyekê got, “em şahedata hevalên xwe Rûbar, Xelîl û Murat ji gelê xwe û raya giştî ya demokratîk re eşkere dikin, em soz didin, wek temsîlvanên wan yên baş, em ê her tim wek hevalên wan, li ser şopa wan û hevrêyê dozan wan di têkoşîna azadiyê de keda wan, têkoşîna wan, sekna wan ya jiyanê û sekna wan ya bi şeref û berdexwedêr bigihînin serketinê.”
PKK´ê ji bo Robar Dîcle got, “Ji remzên me yên berxwedanê yê bê tebat, venemirî û yê ticarî venemire, Hevalê Robar Dîcle (Huseyn Poyraz) ye, ku sala 1960’ê wek zarokê malbateke feqîr li Gûrûna Sêwazê hatiye dinê û di dawîya sala 1978’an de tevlî nav refên PKK’ê bûye.
Hevalê me Rûbar; li Dîlok, Filistîn, Zindanê, Bohtan, Zagros û li pirr deverên Başûrê welatê me çalak di asteke jor de tevlî xebatan bûye. Hevalê me Robar herî dawî wek Endamê Komîteya Navendî ya PKK xebat dimeşand.
Hevalê Rûbar, di asta pêş de wek temsîlvanê rehewaltî, berxwedanvanî, viyan û jêhatina wî ya di xebatên pratîkî de jî wê her daîm wek milîtanekî bijare yê Tevgera Azadiyê were bibîranîn.
Milîtanekî bijare yê PKK´ê
Hevalê Robar, hem malbata xwe anî rewşa malbateke bingehîn ya Tevgera Azadiyê, hem jî bi rêzê ve endamên malbata wî wek şoreşgerên profesyonel tevlî refên Tevgera Azadiyê bûn û di vê oxirê de ji xwişkên wî hevala Rehşan bi nasnav Dîcle û Handan bi nasnav Denîz di demên cuda de, di nav refên Tevgera Azadiyê de tevlî karwanên şehîdan bûne.
Di têkoşîna li hemberî dagirkeriyê de sala 1983’yan, di şerekî li dijî dagirkeran de dîl hatibe girtin jî ew wek temsîlvanekî mezin yê îradeyê û wek şervanekî Rêber Apo yê bê xişwaşî, sala 1991’ê ji boseya esareta dijmin derdikeve, dubare berê xwe dide Rojihilata Navîn, qada Rêber Apo, bi vî awayî da xuyakirin ku ew şervanekî bê xişwaşî yê şoreşê ye.
Bi kurtahî, Hevalê Rûbar bi jiyan, sekin, hêza ramanê û bi kûrbûyîna xwe, kedkarî, dilgermî û bi karekterê xwe yê gelparêz, bûye mîlîtanekî bijare yê Tevgera PKK’ê. Bûye remza bê xişwaşî ya Xeta Rêber Apo û felsefa Apovantiê.”
PKK´ê da zanîn ku Rûbar Dîcle şeva 6 Çileyê 2017’an di encama bombebarandina hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Herêma Parastina Medyayê, bi Hevalê Xelîl û Murat Dep re şehîd bûye.
Berpirsiyariya milîtanê bi gewde dikir
Ji bo Xelîl (Nîhat Ayaz) jî PKK´ê got, “Hevalê Xelîl ê ku 1986’an ji Stembol tevlî Refên Tevgera Azadî bûyî, 1964’ê wek zarokê malbateke halxweş li gundekî navçeya Elezîzê Depê hatiye dinê. Destpêka sala 1990’î ji zindanê derdikeve û dîsa berê xwe dide çiyayên azad. Wekî li Bohtan, Zagros, Serhad, Behdînan û li pirr qadên Başûr xebat meşand, ji derveyî welat jî li Rûsya, Qafqasya û Ermenistanê wek milîtanekî bê xişwaşî tevlî xebatan bûye.
Dema navê hevalê Xelîl dihat hildan, ya destpêkê dihat hişê her hevrêyê wî, taybetiya hêstê berpirsiyariyê bû. Bila karê wî be yan jî ne yê wî be, li cihekî pêwîstiyeke hevalekî yan jî koma hevalan hebe, tevayê hevalan dizanî ku Hevalê Xelîl wê li wê derê amade be. Ji ber ku Hevalê Xelîl, dizanî hevaltiya PKK’ê tenê ne bigotine, di her bêhn û qada jiyanê de hem bigotina xwe, hem bi ramana xwe û hem jî bi tevlîbûyîna xwe ya pratîkî milîtanek xweyî jiyaneke têr û tije bû.”
Jê pirr dihat hezkirin
PKK´ê ji bo şehîd Murat Dep (Ahmet Kiliç) jî got, “Hevalê Murat ê ku 1998’an tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bû, 1978’an li Depê hat dinê.
Hevalê Murat ji bo ku ji hêza dagirker re eskertiyê neke, derket ji derveyî welat, piştî demeke kurt 1998’an tevlî nav refên tevgera azadiyê dibe. Hevalê Murat demeke dirêj di xebatên li Ewrûpa de ma, Kongreya Îslamîya Kurdistanê (HÎK) jî di navê de li pirr welatên Ewrûpa di her warî de berpirsiyarî girtin û di xebatên cur bi cur de cihê girt. Di qada gerîla de bi salên dirêj biqasî derfetan dest dayî cihê xwe girt.
Di wê demê de ku hevalê Murat bi giştî berê xwe dayî welat û nav gêrîla, bi êrişa hewayî ya dewleta faşîst a dagirker, bi hevalên xwe Robar û Xelîl re tevlî nav karwanê şehîdan bû.
Em soz didin, wek temsîlvanên wan yên baş, em ê her tim wek hevalên wan, li ser şopa wan û hevrêyê dozan wan di têkoşîna azadiyê de keda wan, têkoşîna wan, sekna wan ya jiyanê û sekna wan ya bi şeref û berdexwedêr bigihînin serketinê.”
ANF / BEHDÎNAN