Li Geliyê Munzurê hezar û 518 cureyên nebatê yên endemîk hene. Ji van 43 cure tenê li Dêrsîmê tên dîtin. Li gel van pêkanînan ev cureyên endemîk dê ji holê bên rakirin.  Endamê Dildarên Xwezayê Yên Dersimê Haydar Çetînkaya derbarê mijarê de agahî dan. Çetînkaya, got, HES ji bo enerjiyê nayên çêkirin û da zanîn ku ev bendav ji bo qaşo ewlehiyê tên çêkirin. Çetînkaya, destnîşan kir, eger li ser geliyên Dêrsîme bendav bên çêkirin, wê dewlemendiya pirrcurebûna xwezaya Dêrsîmê têk biçe û ji ber vê jî ew li dijî çêkirina bendavan in. Çetînkaya her wiha derbirî ku gelek cihên ji bo elewiyan pîroz jî dê di bin avê de bimînin û wiha axivî: "tevî van ziyeretên pîroz, qederê 60 gundî jî wê di bin avê de bimînin."
Çetînkaya, da xuyakirin ku ew li şûna çêkirina bendavan dixwazin, li Dêrsîmê ji bo turîzmê proje werin afirandin û wiha pêde çû: "Li geliyê Munzurê, raftîng, wergehî, hilkişandina zinaran û sporên din, dikarin bên kirin. Vebirrî ye ku ev bendav bi armancên polîtîk tên çêkirin. Ya dikeve ser milê me têkoşîna li dijî vê ye. Siberojê rojên gelek nexweş li benda Kurdistanê ne. Dewlet hiqûqê binpê dike. Dixwazin geliyê Munzurê tine bikin."

DÊRSIM