Welatiyê bi navê Kaya Kaya jî anî ziman ku ji ber xeteriya bendavê nikare zarokên xwe derxe derve û wiha got: "Zaroken tên devê bendavê em ditirsin ku bikeve avê. Li ber bendavê parezwaniyek an jî setek çêkin ji bo me dê pir baş bibe." Gundiyê bi navê Mehdî Ulaş diyar kir ku ji zaroktiya xwe heta niha li gundê Başqê mezin bûye gelek kes di bendavê de xeniqiye û wiha axivî: "Em dixwazin dora vê barajê têl bibe. Em dixwazin çareseriyek bibe. Navbera gund û bendavê 5 metre tune ye."
MEHMET CÛRAN/DÎHA/AMED