
Li Kurdistanê ji ber avakirina Santralên Hîdroelektrîkê (HES) û bendavan roj bi roj hawîrdor û jîngeh wêran dibe. Di serdema AKP'ê de bi sedan bendav û HES hatin avakirin. HES'ên li Tirkiyeyê tên çêkirin mîrateyên çandî, qadên jiyanê, cihên dîrokî, bedewiyên xwezayî û geliyan yek bi yek tune dikin. Yek ji van şûnwarên dîrokî jî Qesra Elodîno ye. Piştî ku bendava Cizîrê û projeya HES’ê bi dawî bibe av wê bide ser Qesra Elodîno ya dîrokî.
Qesra Elodîno
Qesra Elodîno ya nêzî gundê Bafê li navçeya Şirnexê Hezexê xwedî kevneşopiyeke sedan salan e û Bendava Cizîrê dê wê di bin avê de bihêle. Qesr li cihekî asê lêkirî ye; ji ber bêxwedîbûnê têne xirbeyên dîwarên wê mane û ligel vê yekê hêj bi heybet e. Tê texmînkirin berê li ser banê wê qube hebûye. Qesr ji kevirên birî û têkileka ji kîreç û kalkerê pêktê bi cureyekî çîmentoyê hatiye çêkirin. Li aliyê Qesrê yê rojhilat deriyê wê hêj heye û tenê ji vî deriyê dikevin qesrê. Aliyê qesrê yê berê xwe dide çem jî du pencere û deriyekî wê hene.
Elodîno, eşqiyayê li dijî Mîr
Efsaneya Elodîno jî ya eşqiyayekî serdema mîrîtiya Mîr Mihemed ê Cizîrê ye ku hingê bi nav û deng bûye. Têkildarî serdema serhatiya Elodîno jî agahiyekî teqez tuneye ji herêmên Torê, Botan û Colemêrgê bi vegotina devkî heya roja me hatiye. Li herêma Botan Elodîno ji gundê Bafê ye û li wir ji xwe re kelheyek çêkiriye û bi mîrê wê demê Mîr Mihemed re ketiye nava şerekî dijwar, di şer de bi ser ketiye lê bi dek û dolabên mîr piştre ji aliyê mîr ve hatiye giritin û hatiye bidarvekirin. Li ser navê Elodîno jî du riwayet hene: Yek; ji navê Elaaddîn tê û ji ber kurdî bi kurtasî dibêjin Elodîno tê. Ya duyemîn jî ji navê Elî tê û ji ber qehremaniyên kirin û bêhtir şer kir leqeba Dîno lêhatiye zêdekirin û bi navên Eliyê Dîn, Eliyodîn, Elodîno hatiye bi nav kirin.
Efsaneyeke ji salên 1600'î
Bi taybet li herêma Botanê kelheya behsa wê tê kirin hîna jî heye, behsa Birca Belek tê kirin û seceraya mîrên Botanê de navê Mîr Mihemed heye. Hebûna Birca Belek nîşaneya bûyer berî wê pêkhatiye. Birca Belek berdewamiya Kelheya Cizîrê ye ku sala 1596'an ji aliyê begên Cîzîrê (Azîzan) Şeref bin Mihemed bin Xanebdal ve hatiye çêkirin. Ji ber vê yêkê muhtemel e Elodîno di wê demê de jiyabe. Di dawiya serdema Osmanî de bi navê Delî Dumrul ev efsane di wêjeya Tirkî de hat adaptekirin.
Keça wî li ser wî nihurandiye
Tê gotin ku piştî Elodîno bi destê mîr hat xapandin û kuştin, keça wî Seyranê li bavê xwe nihurandiye:
"...Yadê ...
Çawa te nehêla ez bi bavê xwe re,
Têr bigerim ser hasilan û demanê,
Yadê, weyla li min rebenê,
Li min êsîrê,
Xudê xirab bikê mala,
Qaymeqamê Mûsil û zapitê,
Mihemed Begê Cizîrê,
Çawa xeniqandin bavê min rebenê
Xwedê şebekan û zincîrê."