Di encama vê operasyonê de gund û nuqteyên El-Hesiya, Hsack, Simûqa, Qol Sirûc, Bendava Şehbayê, El-Werdiye, Mezreyên El-Xûl, Mezreyên Hesîniniyê û Navenda Sîriya Têl hatin rizgarkirin.

Hêzên Şoreşger ên bi navê Ceyş El-Siwar, Hêzên Eşîreyan, Eniya Jinên Şehbayê, Lîwa El-Şemal El-Dîmuqratî û Meclîsa Leşkerî ya Babê di opersyonê de cih girtin.  

Li gundên hatine rizgarkirin opersyonan şervanan hîn didome. 

Di demeke ku şervanên Hêzên Şoreşger  ên bi navê Ceyş El-Siwar, Hêzên Eşîreyan, Eniya Jinên Şehbayê, Lîwa El-Şemal El-Dîmuqratî,  Meclîsa Leşkerî ya Babê, Cenhet Ekrad, Tugeya Hemze, Taborên Şoreşgerên Arfat, Tugeya Peywirên Taybet, Mixawêr El-Sefîre û Tugeya Yekemîn a Mixawîr a Humis li gundêwarên herêmên Şehbayê bi pêş ve diçin, Artêşa Tirk ji aliyê bakûrê Mari noqteyên şoreşgeran li gundê El-Hesiya û gundê Um Qura topbaran dike.

Nûçegîhanên ANHA’yê yên li wê herêmê ragîhandin ku heta niha tu zerar negihîşt şervanên hêzên şoreşger. Lê ji ber topbarana wan ziyaneke madî ya mezindi mal û milkên welatiyan de çêbûye. 


EFRÎN