Ji bo Kongreya Netewî ku hesreta bi salan a gelê Kurd e, gava yekemîn pêr li Selahaddînê hat avêtin. Di civîna ji bo amadekariya kongreyê de hat destnîşankirin ku ji bo kongre bigihêje armanca xwe, divê hemû alî ji helwest û nêrînên partiyî û bîrdoziyê dûr bisekinin. Di encama civînê de ji hemû aliyan hat xwestin heta du rojan namzetên xwe yên ji bo komîteya amadekar eşkere bikin.

Ji bo lidarxistina 'Kongreya Netewî a Kurd’ nûnerên 39 saziyên civakî û partiyên siyasî li ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê hatin cem hev. Di civînê de biryar hat dayîn ku Kongreya Netewî di nava mehekê de bê lidarxistn û komîteyeke amadekar a ji 21 kesan bê avakirin. Li gorî vê biryarê wê di vê komîteyê de ji Bakurê Kurdistanê 6 û ji hersê parçeyên din jî her yek ji wan 5 nûner cih bigirin. Ji bo hemû alî namzetên xwe yên komîteya amadekar ya Kongreya Netewî a Kurd eşkere bikin du roj dem hate dayîn.
Piştî civîna yekemîn a avakirina komîteya amadekar a lidar xistina Kongreya Netewî a Kurd daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Daxuyaniya ku hate dayin wihaye: "Roja duşemê (22’ê Tîrmeha 2013) li ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û bi beşdariya 39  aliyên siyasî yên herçar parçeyên Kurdistanê, li ser daxwaz û pêşengiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, civîna yekem a ji bo nîqaşkirina avêtina gavên lidar xistina Kongreya Neteweyî ya Kurd û avakirina komîteya amadekar hate lidarxistin.

Silavkirin li ser navê Talabanî û Ocalan

Di destpêka civînê de Serokê Herêma Kurdistanê li ser navê xwe, Rêberê Gelê Birêz Abdullah Ocalan û Serokomarê Iraqê û lîderê YNK'ê  Celal Talebanî bixêrhatina hemû aliyan kir û bal kişande ser hinek xalên stratejîk û sereke yên lidarxistin û biserxistina karên kongreyê. Tevahiya aliyên beşdarên civînê, dîtin û nêrînên xwe xwe anîn ziman. Di axaftina beşdarvanan de hate gotin ku divê gelê Kurd bibe xwediyê gotar û stratejiyeke yekbûyî ya  li ser hîmê gihandina peyama aştî û jiyana hevbeş û xebata ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî û aştiyane û wekhev ya pirsgirêka Kurd û bidestxistina mafên gelê Kurd yên rewa, anîn ziman.
Civînê giranî da ser wê yekê ku divê zimanê diyalogê û aştiyê û meşandina metodên demokratîk û rêzgirtina li îradeya gelê Kurdistanê li hemû perçeyan û liberçavgirtina taybetmendiyên her parçeyekê, bêbikaranîn. Herwiha hate tekezkirin ku dûrî her helwest û îdeolojiyeke teng a partîtî, kar ji bo biserxistina kongreyê bê kirin.

Ji bo civakeke demokratîk

Civînê herwiha bal kişande ser wê yekê ku ji bo kongre bi awayekî pratîkî be û di xizmeta biserxistina kongreyê û pêşvebirina doza gelê Kurd de be û ji bo pêşvebirina mafên mirovan bi giştî û azadiyan û mafên jinan, bi taybetî ji bo avakirina civakek demokratîk, gav bêne avêtin xebat were kirin.
Hemû alî bawer bûn ku ji bo biserxistina kongreyê û danîna rê û karên lojîstîkên, pêwîst ji bo gihandina peyam û armancên kongreyê û danîna mekanîzmeke di cih de, ji bo  pêkanîn û şopandina biryar û berpirsyartiyênên kongreyê, kar bê kirin. Beşdarên civinê herwiha giranî dan ser beşdariya aktîv a jinan, ciwanan û nûnerên organîzasyonên civaka sivîl û pir giringî dan jiyana hevbeş a tevayî gelê Kurddistanê.

Komîteya amadekar a ji 21 kesan

Civînê bal kişande ser giringiya bihêzkirina têkiliyên partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê û giranî da ser karê hevbeş ê aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên rewa yên Kurdan.
Di dawiya civînê de biryar hate girtin ku komîteyeke amadekar ji 21 endaman pêk bê ku nûneriya tevaya aliyên Kurdistanê bike ji bo ku di demek herî zû de kongre bê li darxistin.”

Beşdarên civînê

Aliyên ku beşdarî civînê bûne ev in:  PKK, PDK, YNK, KCD, HDK - Îran, BDP, Encûmena Nîştimanî ya Kurd ya Sûriyê, Meclîsa Gelê Rojavayê Kurdistanê, HDK, KNK, PJAK, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Komela Îslamî ya Kurdistanê, Tevgera Goran, Partiya Komonîsta Kurdistanê, Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Komeleya Mafên Mirovan li Bakur, Partiya Azadiya Kurdistanê, PSK, HAK–PAR, KSK, Partiya Serbixweyiya Kurdistanê, Tevgera Demokrata Jinên Kurdistanê, Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Komeleya Komonîsta Îranê, Grûba Diyaloga Dîcle û Firat, Partiya Azadî û Sosyalîzmê, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Sazmana Xebata Kurdistana Îranê, MEYA–DER, Tevgera Îslamî ya Gel, KADEP, DDKD, PÇDK, Partiya Ayînde ya Kurdistanê, YNDK, PDK-Bakur. 

Turk peyama Ocalan xwend

Di civîna amadekariya Kongreya Netewî ya Kurd de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate xwendin.   Ji bo civîna amadekariya Kongreya Netewî ya Kurd a li bajarê Selahaddîn a başûrê Kurdistanê bi beşdariya 39 derdorên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî peyamek şand.
Hevserokê Kongerya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmed Turk peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji civata civînê re şandibû xwend û der heqê naveroka peyamê de weha peyivî: Birêz Ocalan di destpêkê de silavên xwe li Serok Barzanî û Kek Nêçirvan Barzanî û hemû beşdarên konferansê kir. Ji bo yekitiya gelê Kurd bi rastî jî girîngiyeke mezin dide kongreyê. Destpêkê bi rehmetî Îdrîs Barzanî re li ser hin maddeyan danûstandin destpê kiriye û ev yek kiriye biryar. Diyar kir ku ew niha jî dixwaze li ser vê rê û maddeyan, yekitiya gelê Kurd bê avakirin. Silav û hurmetên xwe ji hemû beşdarên kofneransê re bi rê kir."
Turk bal kişand ser şer û buhrana li Rojhilata Navîn û got, "Em baş dizanin ku heta Kurd li Rojhilata Navîn negihêje demokrasiyê, Rojhilata Navîn azad nabe. Ji ber vê yekê xebatên gelê Kurd ê li herêmê, ji bo tevahiya gelên li Rojhilata Navîn girîng e. Pêwîste em bi vê konferansê re berjewendiyên gelê Kurd di ser her tiştî re bigirin. Eger em li gorî berjewendiyên siyasî tevbigerin, bi rastî jî emê wenda bikin. Ji bo parastina berjewendiyên gelê Kurd, divê em li ser kar û xebatên xwe yên li çar parçeyên Kurdistanê rawestin."

Gaveke dîrokî ye

Di komcivîna partiyên Kurd a li Selehaddînê nûnerên partiyên Kurd ên axifîn kêxfeşiya xwe ya ji bo pêşxistina karê Kongreya Neteweyî anîn ziman û bal kişandin ku gihiştina gelê Kurd a maf û azadiyê tenê bi yekîtiyê mimkun e. Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî komcivîn weke 'rojeke dîrokî' binav kir. Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade jî destnîşan kir ku kongre wê nîşan bide ku Kurd yek netew e. Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok jî di axaftina xwe de bal kişand ku pêwistiya Kurdan di vê pêvajoyê de bi stratejiyeke hevbeş heye. Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Ronahî Serhat jî diyarkir ku ji bo çanda azadî û demokrasiyê bipêş bikeve û yekîtî ava bibe divê  jin li her qada jiyanê di asta wekheviyê de bê temsîlkirin.

Barzanî:  Ti hêz nema kare Kurdan tine bike

Axaftina vekirinê ya civîna amadekariya Kongreya Netewî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî ve hat kirin.  Barzanî bi gotina "Gelekî kêfxweşim ku ji civîneke dîrokî ya ji bo amadekariya Kongreya Netewî ya Kurdan re mêvandariyê dikim" dest bi axaftina xwe kir.
Barzanî diyar kir ku Kongreya Netewî ya Kurd, yek ji armancên herî girîng ên hemû aliyên siyasî û hêzên Kurd e û got, "Ev demeke dirêj e, me bi Rêzdar mam Celal, Abdullah Ocalan û derdorên din ên siyasî yên Kurd re, nêrînên xwe parve dikirin."
Barzanî da xuyakirin ku ji sala 1970 û vir ve ew li ser girîngiya Kongreya Netewî ya Kurdan radiweste û got, "Ji ber ev kar û hewldan gihaştiye vê qonaxê, îro rojeke dîrokî ye. Ji bo Kongreya Netewî ya Kurd meheke din li Hewlêrê li hev kom bibe, em komîteya amadekar ava dikin. "Armanca me ya bingehîn a lidarxistina kongreyê ew e, ku hemû derdorên siyasî û partiyên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê bibin xwedî biryardarî û stratejiyeke hevpar ku di nava aştî û wekheviyê de bi gelên din ên li herêmê re bijîn."
Barzanî da xuyakirin ku Kurd li herêmê ewlekarî û demokrasiyê dixwazin û got, "Eger tê dîtin ku nikarin vê bi çekan pêk bîne, hingî pêwistiya me bi aştiyê heye. Ezmûna herêma Kurdistanê nîşan daye, ku azadiya Kurdan ne ewçend zehmet e. Azadiya Kurdan ji bo cîranan nayê wateya gef, şer û êrîşan. Berovacî, rê li ber aramî, pêşketina aboriya herêmê û jiyaneke bi hêvî vedike. Ev yek nîşaneya herî xurt a daxwaza Kurdan ji bo aştiyê ye."
Barzanî ragihand ku bi aştî, demokrasî û diyalogê re, mafê parastina rewa yê gelê Kurd li hemberî cîhana derve, dikare bê ewlekirin û got, "Eger em li qada navnetewî, daxwazên xwe bi vê rêbazê bînin ziman, wê rewşa gelê Kurd a li qada navnetewî xurtir bibe."
Barzanî got, "Eger Kurdan serî li rêbazên têkoşîna çekdarî dabin, ev ji bo parastina hebûn, çand û zimanê xwe bû. Gelê Kurd bi daxwaza xwe çek bikar neaniye. Li dijî gelê me, bi her şêweyî çek hatiye bikaranîn, zerarên mezin li gelê me hatiye kirin û êşên mezin hatine kişandin. Ji ber vê yekê ye ku Kurd cîhaneke bê çek dixwazin."
Barzanî got, "Şikur ji Xwedê re ku em îro demeke cûda dijîn û êdî kes nikare bi zora çekê hewl bidin Kurdan tine bikin. Ev rastî êdî ji aliyê hêzên herêmê ve hatiye fêmkirin. Ji ber vê yekê, ji bo dema pêş pêwistiya gelê Kurd û hemû hêzên siyasî yên Kurd bi peymaneke aştiyê û stratejiyeke hevpar a rêxistinbûyî û zelal heye û divê hemû hêz bi vê re dilsoz bin."
Barzanî da xuyakirin ku damezrandina Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî ya Kurd, destpêkeke û got, "Ez ji hemû beşdaran dixwazim, ku bi biryardarî, bi welatparêzî û dûrî nêzîkatiyên îdeolojîk bixebitin û vî karî bibin serketinê. Ez jî ji vê bawer dikim; ku hemû welatiyên Krud, hemû navendên akademiyan, hemû rêxistinên civakî yên sivîl ên li çar parçeyên Kurdistanê, ji me hêviyên mezin dikin û dixwazin ev kongre bigihêje serketinê. Ev hêviyên gelê me, ji bo vî karî bibin serî, Kongreya Netewî ya Kurd veguherîne gaveke mezin û hemû derdor bi biryaran re dilsoz bin, hêzeke mezin dide me."
Barzanî got, "Hêvî dikim ku hemû beşdar, ji bo pêkhatina kongreyê wê hin xebatên baş ên amadekariyê bimeşînin. Bêguman, endametiya komîteyê, tevî serbilindiyê, di heman demê de berpirsyariyeke hestewar û dîrokî dide ser milê me. Ji bo pêşeroja netewa Kurd hêviyeke min a mezin heye. Bi bawerim ku bi yekitî û xebatên her demî yên aştiyane re, pêşerojeke bi ronî li benda we ye."

Kemalîzade: Kongre wê bibe nîşana yekîtiyê

Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade destnîşan kir ku cihê kêfxweşiyê ye îro Rêberên Kurdan Ocalan, Barzanî û Talabanî di nava hewldana afirandina yekitiyê de ne û got, "Bi vê kongreyê re, wê ji hemû welatên Ewropa, Emerîka û dewletên herêmê re bersiv were dayîn ku Kurd yek netew e û Kurdistan welatê me ye."
Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade ku di civîna duh a ji bo amadekariya Kongreya Netewî ya Kurd de amade bû, bal kişand ser hesreta sedan salan a Gelê Kurd ji bo yekitiya netewî û destnîşan kir ku gelê Kurd pêvajoyeke dîrokî dijî.
Hevserokê KNK'ê Tahir Kemalîzade destnîşan kir ku gelê Kurd îro ji her demê zêdetir, hem di warê aborî hem jî di warê siyasî de xwedî hêzeke mezin e.
Kemalîzade got, "Îro jî ev Kongreya Netewî li ser pêşniyara birêz Abdullah Ocalan û  ji Şêx Ûbeydilahê Nehrî heyanî peymana Sê Sonûr û li gel hewildanên hemû partiyên din e. Em êdî gihiştîne wê astê û xwedî baweriyekî mezinim. Ji ber ku ew hemû rêxistin, partî, kesên rewşembîr û siyasetmedar, rêxistinên olî ku beşdarî kongreyê bûn, bi hêvî û armanca rojek wiha bûn. Kesê ne ji bo desthilatdariya xwe bû. Yan jî hikmetek ji bo xwe ava biken. Weke ku hemû hewildanên birêz Mesûd Barzanî, hemû xebat û hewildanên birêz Ocalan ku li zindanê de ew çendî xebat û hewildan dike û li gel birêz mam Celal û hemû aliyên din ên Kurdî armanca yeketiyekî netewî ye. Ji bo wê jî xwedî baweriyekî mezinim ku ev kongreya netewî wê çêbibe û wê ji bo hemû dewletên din yên weke Ewropa, Emerîka û cûda dibe bersiv ku em Kurd hene, Kurdistan welatê meye û em yêk netewîn. Hêvî û baweriya min mezine û hemû gelê Kurd jî xwedî baweriyekî wihaye."


Ok: Divê stratejiyeke hevpar bê afirandin
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, di civîna amadekariya Kongreya Netewî ya Kurd de axivî û destnîşan kir ku ji bo berjewendiyên gelê Kurd bên parastin divê stratejiyeke hevpar bê afirandin. î Ok di axaftina xwe ya li kongreyê de bibîr xist, ku bi beşdariya hemû derdorên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê lidarxistina civîneke bi vî rengî, bi tena serê xwe xeyal bû û destnîşan kir ku ev civîn ji bo gelê Kurd, gaveke yekemîn e. Ok bibîr xist li cîhanê mîna Yekitiya Ewropa, Yekitiya Efrîka, Yekitiya Ereb gelek yekitî hene û anî ziman ku gelê Kurd yek ji wan gelan e ku di warê cografî, demografî, jiyan û nêrînê de herî zêde perçe bûye. Ok diyar kir ku pêwistiyeke mezin a Kurdan li yekitiyeke bi vî rengî heye û da xuyakirin ku Rêberê wan Abdullah Ocalan û tevgera wan PKK, ev mijar her tim di rojeva xwe de hiştiye.
Ok ragihand ku di tevahiya dîrokê de gelê Kurd ti carî ji gelên din re dijminahî nekiriye û got, "Em di wê baweriyê de ne ku Kongerya Netewî ya Kurd, wê ji bo mayindebûna demokrasî, aştî û azadiya li herêmê feydeyek mezin bide. Yek ji wezîfeyên sereke yên kongreya netewî, ev e. Ji bilî vê, girînge ku stratejiyeke hevpar bê afirandin ku li dijî hêzên derve berjewendiyên gelê Kurd bên parastin. Ji bo vê yekê gelek caran derfet derketin holê, rê vebûn. Pêwîste di warê dîplomatîk, siyasî û di her warî de ev kongre bersivê bide vê."
Ok, di serî de Rojavayê Kurdistanê bal kişand ser pêşketinên germ ên li gelemperiya herêmê û axaftina xwe weha dewam kir: "Bi rastî jî, civîna me û kongreya piştre bê lidarxistin, li demeke dîrokî rast tê. Herêm dikele. Ev yek bandorê li gelê Kurd jî dike. Gelê me yekemcar di dîroka xwe de digihêje azadiya xwe. Lê li herêmê gelek derdor hene ku naxwazin Kurd bigihêjin azadiya xwe. Me îro di nûçeyan de lê guhdarî kirin, li Rojava li dijî Kurdan êrîş hene. Divê kongreya me, civîna me xwedî li gelê me yê li Rojava derkeve û wan xurtir bike. Li Başûr ji xwe statuyek heye. Kurd bi vê serbilind e. Pirsgirêkên gelê Kurd li Rojhilat hînê çareser nebûye. Divê têkoşîna aştiyane û parastinê were meşandin, ku pirsgirêk çareser bibe."

Serhat: Nûneriya jinê pîvana serkeftinê ye

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Ronahî Serhat jî da xuyakirin ku ew di wê baweriyê de ye ku ev kongre wê çanda azadî û demokrasiyê di nava Kurdan de bide rûniştandin û destnîşan kir ku ji bo li herêmê aştî, demokrasî û yekitî ava bibe, pêwîste jin li her qada jiyanê di asta wekheviyê de bê temsîlkirin. Serhat diyar kir ku gava behsa demokrasî û azadiyê bê kirin, ev yek bê jinê nabe û bal kişand ser hejmara kêm a beşdarên civînê.
Serhat got, "Me hêvî dikirin ku di civînê de hejmara jin û mêran weke hev be. Lê mixabin, tevî hemû hewldanan jî encax tevlêbûneke bi vî rengî çê bûye. Em hêvî dikin ku di komîteya amadekar de wê ev daxwaz bicih were anîn. Me jinên Kurd, me du konferans lidar xistin. Ev konferans ji bo konferansa netewî bûn bingeh. Yek ji biryarên ji van konferansan derket holê jî, beşdariya çalak a li konferansa netewî bû. Her weha ez di wê baweriyê de me ku her kes wê li gorî pîvana demokrasî û azadiyê tevbigere. Her çend nêrîn û îdeolojiyên me cûda bin jî, ji bo mayindebûna yekitiya me, girîng e ku em li dora pîvanan hatine cem hev. Ez bi bawerim ku komîteya amadekar wê li ser peyman û navgînên rêziknameya naxweyî bixebite."

 ANF/HEWLÊR