
Ji ber krîza darayî ya li Başûrê Kurdistanê ne tenê şêniyên gundan, beşek welatiyên mûçexwer jî ji bo debara xwe, dest bi karê bidestxistina benîştê dara kizwanan kirine. Mamamostayê bi navê Serdeşt Helebceyî diyar kir ku her çend ev pîşe zehmet e jî lê krîza darayî wisan kiriye ku mûçexweran jî berê xwe bidin vî pîşeyî.
Piştî valabûna gundan, pirraniya rûniştvanên gundan bûn karmend, mûçexwer û bi jiyana bajêr ve mijûl bûn. Piraniya kesên ku berê bi karê benîşt radibûn, dest ji vî pîşeyî berdabûn. Bi destpêkirina krîza darayî û zehmetiya debarê re, pîşeyê çêkirina benîşt zêde bûye.
Berê adet niha bû tîcaret
Yek ji walatiyê ku bi salan e bi pîşeyê benîştê Kurdî ve mijûl dibe Sebah Giryaneyî got, “Çêkirina benîşt çêkirin yek ji pîşeyên berê yê çanda Kurdan e. Bi taybetî li herêma Hewreman û gundên derdora Helebce. Ev jî werza wê heye. Salane ji 15’ê Hezîranê destpê dike û heta dawiya meha Tebaxê dewam dike. Di wê demê de ew kesên xwediyê kejanin yan kejên ku darên kizwanan lê hene bi kirê digirin û dest bi birînkirina darên kizwanan û çêkirina kortan dikin ji bo ku benîştê tehl têde kom bibe.”
Sebah Giryaneyî behsa qonaxên berhemanîna benîşt kir û wiha axivî: “Di destpêkê de ew bi karê benîşt ve mijûl dibin, pêdiviyên xwarinê ji bo wê dema ku li Kejan bimînin amade dikin û li gel xwe dibin. Dema digehijin cihê kar dest bi çêkirina cihê ku lê bimînin dikin. Her wiha ew cihên ku axa wê zêde radikin, ji bo çêkirina heriyê ji bo kotan bi daran ve çêkin.”
Sebah Giryaneyî got, piştî demekê di dawiya meha Tebaxê de dubare ji bo jêkirina kortan û berhevkirina benîşt diçin cihê kar û wiha dewam kir: “Rojane di du demên cuda de ev kar tê kirin. Yekem banga sibê heta ku tav derdikeve. Duyem jî piştî roj diçe ava heta derengiya evarê. Ji bo ew benîştê di koran de belav nebe. Ji ber ger ne di van deman de pêk were, benîşt rohn dibe û derxistina ji kortan zehmet e.”
Ev benîşt paşê ji gemarê tê paqijkirin, di bermîlên mezin de tê kelandin, di nava ava sar de tê sekinandin û paşê ji bo firotinê li bazaran cihê xwe digire.
Krîza darayî ew kir ber benişt
Mamosteyê bi navê Serdeşt Helebceyî jî yekem car e, karê benîşt dike û dibîje: “Ev pîşeya berê ya bav û kalên me ye. Xelkê ji bo debara xwe ev pîşe dikir. Lê ji ber barkirina ji gundan, tayînbûna bajaran û têkelebûna jiyana bajar ev pîşe heta astekê hatiye paşguhkirin û kêm kes vî karî dikin.”
Serdeşt Helebceyî zehmetbûna vî pîşeyî jî bi bîr dixe û dibêje, “Ji neçarî û ji ber ku nikarin debara xwe bikin, mûçexwer jî hatine neçar kirin ku bi vî karî re mijûl bibin. Ji ber ku dahateke baş jî heye.”
Mamostayekî din, Aram Heme Salih e ku li Hewramanê xwedî baxçe ye. Ew dibêje, “Berê li Hewreman gel zêdetir bi karê baxçe mijûl dibûn. Ji ber kêmiya erk û westandinê berê xwe dane pîşeya benîşt çêkirinê. Kêm kes hebûn di baxên ji darên kizwanan de benîşt berhem bînin. Niha ji ber kêmbûna avê û hişkesaliyê, xelkê Hewremanê jî li beşekî ji baxçeyên xwe dest bi çêkirina benîşt kiriye.”
Xelk dibêje, derman e
Mamosteyê bi navê Hîwa Îsmaîl jî îşaret bi aliyê dermanbûna vî benîştî dike, û dibêje, “Piştî raperînê pîşeyê çêkirina benîşt kêm bibû lê piştî demekê niha ciwan jî bi vî karî re mijol dibin. Pêwîst e ji bo parastina pîşeya kevnar benîştê xwemalî giringî were dayîn û li cihê bav û kalên xwe vî karî dewam bikin. Di heman demê de ji bo hinek dahat jî bi dest me bikeve. Ji ber ku niha welat bi krîza aborî dinale. Ji bilî vê jî ev benîştê Kurdî di aliyê tenduristî de gelek sûdên wê hene ji bo çareserkirina hinek nexweşiyan.”

CÎHAD HEWRAMÎ/ ROJNEWS/HELEBCE