Rêxistina Yekîtiya Star a Kantona Efrînê bi armanca pêşxistina hişmendiya jinan û geşkirina aboriya taybet bi jinan xebatên xwe didomîne.
Navenda kargeha jinan him navenda perwerdehiyê û him jî kargeheke dirûtinê ye. Ev navend di 15’ê Tîrmeha 2013’an de ji aliyê endamên Rêxistina Yekîtiya Star ve hate vekirin. Armanca ji vekirina vê navendê ew bû ku jinan fêrî dirûtinê bibin û aboriya xwe pêş bixin.
Perwerde û hilberîn bi hev re
Di destpêka vekirina navendê de, perwerdeyên fêrkirina dirûtinê ji endaman re hatin organîzekirin. Di vê çarçoveyê de jinan 25 maşîneyên dirûtinê kirîn û li ser wan hatin perwerdekirin. Heta niha 150 jin di vê navendê de hatine perwerdekirin, piraniya wan di heman kargehê de dixebitin. Yekîtiya Star ji jinên ku di kargehê de naxebitin re kargehên din peyda kir.
Amûrên kargehê bi xwe anîn
Rêvebera Navenda Karên Jinan Xezal Hesen, armanca vê navendê wekî ‘pêşxistina aboriya xweser a jinan’ bi nav dike û wiha dibêje: “Dema ku jin karibe bingeheke aborî ji xwe re çêbike, dikare hemû pêdiviyên xwe yên sereke peyda bike û xwe ji zihniyeta baviksalariyê rizgar bike.”
Navendê piştî ku yekemîn perwerdeya dirûtinê ku ji 80 jinan pêk dihat, bi dawî kir, dest bi karê çêkirina cil û bergan kir. Jinan caw, ta û hemû pêdiviyên dirûtinê bi riyên taybet ji derveyî kantonê anîn û bi awayekî fermî dest bi kar û xebatên xwe kirin.
Girêdayî mijarê xebatkara bi navê Letîfa Mihemed ku Ereb e diyar dike ku karê wê di kargehê de gelek derfet ji wê re vekirine û êdî dikare debara xwe bi awayekî serbixwe bike û bi awayekî çalak beşdarî avakirina civaka xwe bibe.
Navendekê din vekirin
Jin rojane ji bilî roja înê saet ji 08.00’an heta 18.00’an dixebitin. Her wiha mûçeya xwe jî li gorî berhema ku wan derxistiye distînin. Ango heftaneya wan digihêje 7 hezar lîreyên Sûriyeyê.
Kargeha dirûtinê rojane ji 500 heta 1000 parçeyên cil û bergan derdixe. Ev parçe li bazarên bajarê Efrînê bi buhayeke erzan tên firotin.
Navenda Karên Jinan di 10’ê Hezîrana 2015’an de jî kargeheke nû vekir. Ev kargeh jî taybet bi karên çêkirina cil û bergan e. Jinan bi vekirina vê kargehê re perwerdeyeke fêrkirina çênkirina cilan dane destpêkirin.
Derbarê vekirina vê kargeha nû de jî Rêvebera Kargehê Rengîn Murad ku çavdêriya perwerdeya çêkirina cilan dike, got ku armanca wan ew e jin karibin karekî ji xwe re peyda bikin û pêdiviyên malbata xwe bicih bînin.