Ber bi civaka demokratîk ve
KCDK-E´yê biryar da ku xebatên ji bo zimanê dayikê û Kurdî xurt bike. Kongreya wê bi şîara ‘Serî Hilde’ û ‘Jiyana azad a bi Ocalan re’ biryar da ku li dijî mêtingeriya Tirkan li ser esasê azadî û wekheviyê têkoşînê xurt bike.
KCDK-E’yê encamnameya kongreya xwe ya sêyemîn ku çend roj berê li dar xistibû, eşkere kir .
Kongreya Civakî ya Demokratîk a Kurdistaniyan a Ewrûpayê (KCDK-E) kongreya xwe ya sêyemîn di navbera 8-15’ê Tîrmehê de li dar xist. Ji Awustralya, Kanada, Japonya û welatên Ewrûpayê nûnerên navendên civakî, federasyon, yekîtî û saziyên jin û ciwanan tevlî kongreyê bûn.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê di encamnameyê de diyar kir ku ji bo hevserokatiyê Fatoş Goksungur û Yuksel Koç hatine hilbijartin.
Azadkirina Ocalan esas e
Di encamnameyê de KCDK-E´yê got, “Li ser esasê azadkirina Rêber Apo ji bo plansaziya pêvajoya çalakiyê, ji aliyê rêveberiya me ve biryar hatiye dayîn. Li ser vî esasî beşdarbûna van çalakiyan wê di asta bilind de be. Ji bo çalakiyên Rêber Apo pêkhateyên KCDK-E’yê wê tevlî bibin. Kongreya me kampanyaya geşkirina ‘Ji Ocalan re azadî’ wekî peywir daye pêşiya xwe. Li gorî vê kampanyayê panel, sempozyûm, meş, mîtîng û çalakiyên kolanan wê werin lidarxistin.”
KCDK-E’yê da zanîn ku ji bo sekinandina êrişên li dijî gelê Kurd ew ê têkoşîna bi yekîtiya neteweyî û giyanê seferberiyê tevî saziyên Kurdistanî yên li her çar parçeyan têbikoşin û wiha dewam kir: “Di kongreya me de ev tişt derketiye holê, bi têkoşîneke hevpar a yekîtiya neteweyî û hêzên demokrasiyê faşîzma AKP-MHP’ê wê were sekinandin.
Li dijî krîmînalîzekirinê hemle
Di kongreya me de biryar hatiye dayîn ku di serî de Elmanya, ew ê li dijî krîmînalîzasyona li ser saziyên Kurdan ên bi destê Tirkiyeyê were derketin. Ji bo ku ev zext werin sekinandin û ji bo ku koçberên Kurd ên li Ewrûpayê karibin bi nasnameya xwe jiyana xwe bidomînin, xebat wê werin kirin.”
Jiyana hevpar û azad
KCDK-E´yê got, di kongreya de wan weke biryareke girîng, biryara çêkirina projeyan û birêvebirina wan daye ji bo guherîn û veguherîna civakî, ji bo avakirina civakeke wekhev û ji bo pêdiviyên di warê çand, perwerdehî, civakî û siyasî li NAVEND’an bên dabînkirin. Li ser mijarê Encamnameya KCDK-E´yê wiha dewam dike: “Yek ji peywira sereke ya navendên me yên civakî û saziyên me jî ew e ku civakeke demokratîk ava bikin. Ji ber vê jî divê li dijî paşverûtiyan têkoşan hebe û xebatên civakeke azadîxwaz werin xurtkirin. Di vê têkoşînê de divê qirrkirina ser jinan were rexnekirin û li dijî paşverûtiyan têkoşîn were kirin.”
Xurtkirina xebatên zimanê dayikê
Kongreya KCDK-E´yê girîngiyeke taybet bi zimanê dayikê da û li ser mijarê got, “Yek ji krîterên nirxên mirovayetiyê jî perwerdehiya bi zimanê dayikê ye. Divê gelê Kurd ji vî mafî mehrûm nemîne. Dewletên ku Kurdistan kirine mêtingeha xwe, Kurdî û çanda Kurdewar asteng dikin. Tê zanîn ku gelê me li dijî van êşkence û zextan têdikoşe. Biryar hate dayîn ku xebatên ji bo zimanê dayikê û Kurdî werin xurtkirin.
Kongre bi şîara ‘Serî Hilde’ û ‘Jiyana azad a bi Ocalan re’ biryar da ku li dijî mêtingeriya Tirkan li ser esasê azadî û wekheviyê têkoşînê xurt bike.” NAVENDA NÛÇEYAN