
Ev nêzîkî sal û nîvekê dewleta Sûriyeyê di kirîzek mezin de derbas dibe. Gel ji bo azadî û demokrasiyê serî hilda, lê ew ji aliyê rejîmê ve bi dijwarî hate pelçiqandin. Bi demê re û di encama siyaseta rûxandina bajaran û pêkanîna komkujiyan, ev serhildan dewrî şerekî navxweyî bû. Hêzên heremî destê xwe dirêjî nava welat kirin û her yekê komek ji xwe re wek ‘hevalbend’ dît û ew bi çek û pereyan finanse kir. Bi vî rengî ev şer bû şerekî heremî ku gelek aktor tê de cih digrin û rolê dileyîzin. Rejîm xwe dispêre hin aliyên heremî û destekê jê digre, her wiha muxalefet jî xwe dispêr hin aliyên heremî û piştgirtiyê jê distîne.
Ev niha rastiya Sûriyeyê ye. Dema em rewşa vî welatî binrxînin divê em rola hêzên navxwe û derve û her weha mekanîzma vî welatî û stuktura wî, wek welatekî ji gelek kom û mezheb pêk tê, bigrin ber çavan. Ji ber hindê emê di vê nivîsê de hewl bidin texmîna pêşeroja Sûriyeyê bikin û li cihê Kurdan binêrin. Gelo dê ev welat wiha ‘yekgirtî’ bimîne, an jî dê parçe bibe û di dawiyê de bibe çend ‘dewlet’ an jî çend ‘heremên federal’?
Dewleta Sûriyeyê û hebûna Elewiyan!
Welatiyên Elewî ji dema Împeratoriya Osmaniyan ve azer û êş kişandine. Bi dirêjahiya 500 salî bûne qurban. Wan tenê dikarîbûn di dema hatina Frensa ya Sûriyeyê, di sala 1922 an de hinekî xwe bidin ser hev. Beriya vê demê ew ji aliyê Suniyan ve dihatin çewisandin. Peymana Sykes-Picot ya di navbera Brêtaniya û Frensa di sala 1916’an de hat morkirin Sûriyeyê xist bin desthilatdariya Frensayê û Iraq jî li jêr desthilatdariya Brêtaniya danî. Li gorî peymanê ‘dewleta Sûriyeyê’ hate ava kirin. Ev dewlet ji çend hereman pêk dihat, ku tu têkiliya ceyografî an jî mezihebî-netewî di navbera wan de nîne. Lê Sûriyeyê û Iraq radestî Suniyan hatin kirin. Komên din ji desthilatdariyê bêpar mane û rastî çewisandinê hatin. Bi taybet jî mezheba Şîi, ku Elewî beşek ji wê tên hesibandin. Jixwe Elewî tevî ku ev 40 sal rayedariyê dikin jî, lê wan her ew zilm û zordariya dema Osmaniyan û Suniyan ji bîr nekirine û mixabin wan jî heman çewatî kirin û Sûriyeyê dewrî ‘taxetkê’ kirin, ku her kesên bi wan girêdayî wê dikare talan bike. Bajarên mîna Hema jî wêran kirin û komkujiyên mezin di zindana Tedmurê de pêkanîn.
Elewî ji bo çarenûsa xwe bifikar in
Elewî li ser hebûn û çarenûsa xwe ditrsin. Li gorî wan dê rojek were desthilatdarî ji destê wan derkeve. Serokê berê Hafiz Esed xwest ku li bajarê lê jidayik bûye li ‘Çiyayên Elewiyan’ bête veşartin. Her wiha kurên wî jî li wir hatin veşartin. Hesabên wî ew bûn ku dê rojekê ev welat serî hilde û li dij desthilatdariya wî derkeve. Xuyaye hesabên wî rast derdikevin.
Elewiyan ji tirsa raya giştî ya Sunî cesaret nedikirin ku parastgehên xwe ava bikin. Wan her tişt bi dizî dikir. Ji ber hindê her dem bêbextî û tiştên bêexlaqiyane li dijî wan dihatin gotin. Ya rastî ku şik û guman di nava beşên gelên Sûriyeyê de heye. Bi taybet Elewî û Sunî, ew li himberî hev bi kîn û nerfet in. Tiştên niha diqewimin encama şer û nakokiyên dîrokê yên di navbera pêkhatiyên vî welatî de ne. Her komek ji ya din ditrse. Bawerî nîn e.
Bijarka îlankirina dewleta Elewî
Belê, sal û nîvek li ser vî şerê navxweyî yê di navbera Sunî û Elewiyan de li Sûriyeyê derbasbû. Bila kesek bawer neke ku dê Elewî desthilatdariyê bi hêsanî radestî Suniyan bikin û carek din qebûl bikin li jêr zulim û zordariyan wan bijîn. Vê carê dê zulim û zordarî bi destê „Birayên Misilman“ û Selefiyan be. Elewî vê yekê tu carî qebûl nakin. Ewê li şûna vê felaketê, dewleta xwe îlan bikin. Ev derfet niha heye. Ew dikarin bibin xwedî dewletek li peravên deryayê û weha bi kesayeta xwe ya taybet wek Elewî bijîn, bêyî ku nasnameya xwe û baweriyên xwe ji ber tirsa Suniyan û erebên vir û wir veşêrin.
Hîmên duristbûna dewleta Elewî
Lê gelo hîmên duristbûna dewletek Elewî li Sûriyeyê çi ne?
- Elewî xwedî yek bawerî ne û heremên wan yên destnîşankirî û nêzî hev diyar in û bi hev re 500 salî rastî dijwariyê hatine.
- Xwedî tecrubeyek mezin di warê rêvibirina dewletê de ne. Her weha têkiliyên wan yên diplomasî jî bi welatan re hene. Ew gelek aliyên xwedî biryar û hêza siyasî û aborî li cîhanî nas dikin.
- Elewî xwedî derfetên aborî yên baş in. Bi riya van derfetan dikarin bi salan dewleta xwe birêve bibin.
- Xwedî artêşek bi hêz û çekên pêşketî ne. Her weha tecrubeya wan di warê istixbarat û casûstiyê de jî dewlemend e.
- Dikarin sûdek mezin ji hin kesayetiyên Sunî bigrin, ku bi salane xizmeta wan dikin û êdî dûrî civaka xwe ketine. Ev kes dê hemû tiştî ji wan re rewa bikin û ola Îslamê bixin bi xizmeta dewleta wan ya nû. Ev kes mîna endamên artêşa dewşîrme (inkişarî) ya Osmaniyane, ku pişta xwe dabûn miletê xwe û tenê sultanê Osmanî wek ‘xwedî’ û ‘bav’ ji xwe re didîtin.
- Sînorên vê dewletê yên rojava dê Derya Spî be. Bi riya deryayê dê xwe bighêjin hemû cîhanê. Jixwe derfet hene ku heremên li ser deryayê dewrî cihên turîzimê bikin û ji dewletek mîna Spaniyayê zêdetir pereyan ji turîzimê bidest bixin. Elewî vekirî ne û dê karibin her cûreyên bîr û baweriyan di nava xwe de vehewînin.
Bê guman di Sûriyeya berê de Elewî ji bo desilatdarê bigrin dest xwe wan xwe mîna ‘netewperestên Ereb’ nîşan didan . Lê gelo kê zilm ji bilî Erebên Sunî li wan dikir? Eger Elewî dewleta xwe ava bikin, dê nema hewce bin xwe bi vî şêweyê durûtiyê bi hizra ‘netewperestiya Ereb’ bigrin.
Dewleta Elew û bêzariya Tirkiyeyê
Hêjayî gotinê ye ku welatên Sunî yên mîna Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Urdun û welatên Ereb yên kendavê dê li dijî parçebûna Sûriyeyê û hebûna dewletek Elewiyan derkevin.Tirkiye li dijî guhertina sînorên heremê ye. Ew dewletek Sunî ye û hebûna dewletek Elewî qebûl nake. Ji doza gelê Kurd û mafên Elewiyan ditrse. Lê Tirkiye nikare li himberî hebûna vê dewletê mudaxeleyek eskerî bike. Ew ji ber rewşa xwe ya hundir, hêza Kurdan li derdorê û ji ber helwesta Îranê ya dijber bê çare ye. Eger dewletek nû li heremê li ser bingehek mezhebî ava bibe, dê hemû mezheb û netew moralê bistînin û tekoşîna xwe ya ji bo serxwebûnê bilind bikin. Welatên din yên Ereb dibêjin eger dewleta Elewiyan li Sûriyeyê ava bibe, dê Îran li heremê zêdetir xurt bibe û dê prosesa belavkirina mezhebê Şîi li nava cîhana Suniyan bihêz bibe. Ev delwet ji ber gefên Îranê nikarin yekser mudaxelya eskerî bikin, lê ewê destekê bidin Tirkiyeyê eger ew li dijî hebûna vê dewletê tevbigere.
Destek dê ji Îran û Iraqê were
Bê guman ‘delweta Elewiyan’ dê destekê ji Îran û Iraqê bistîne. Iraq li Sûriyeyê dewletek sunî ya navendî li jêr desthilatdariya hêzên Îslama Sunî naxwaze. Ew naxwaze Suniyên li Iraqê cesaret û alîkariyê ji vê dewletê bigrin. Libnan jî dibe ku ji hev belav bibe. Ewê çend ‘dewletên’ Maronî, Şîi, Sunî û Durzî derkevin. Dibe ku Libnan bibe ‘heremek bêçek’ li jêr çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) di navbera Îsrail û dewleta Elewiyan yan nû de. Ji bo pirsgirêka Filistînê jî, dikare heremên Filistîniyan bi qiraletiya Urdunê re bibin yek û weha ji bin desthilatdariya ‘Şoreşgeran’ yên ku ev welat dizîn û talan kirin, derkeve û bibe beşek ji Urduna li jêr desthilatdariya Qral Abdulahê duyem, hevalbendê rojava û DYA yê.
Îsraîl jî dê destek bike
Jixwe Israîl ev 60 salin ku li hêviya derfetek bi vî şêweyî ye. Îlankirina dewletek Elewî dê hebûna Israîl wek dewletek Cihûyan rewatir bike. Israîl dê hebûna vê dewletê qebûl bike û ne dûre têkiliyên germ li gel wê deyne. Dibe ku Israîl li himberî vê yekê rawestandina hewledanên Îranê yên ji bo bidestxsitina çekên nûklerî, wek şert raxe ber çavan. Eger Israîl razî be, dê Rojava û DYA jî razî bin. Rûsya ku ew bi xwe hevkara Israîle ye, dê ji bo damezrandina vê dewletê kêfxweş be. Dê baregeha xwe ya eskerî li bajarê Tertûsê ya li ser derya Spî fireh bike. Rûsya bi siyaseta xwe ya destekdayina rejîma Esed dixwaze tola Lîbyayê ji rojava û DYA hilîne. Ew li Lîbiyayê hatibû marjînalkirin.
Dibe ku şerê navxweyî yê niha li Sûriyeyê dimeşe, çend salên din jî dewam bike. Niha her kes dibêje em Sûriyeyêk yekgirtî dixwazin û emê rê nedin kesekî da ku ji vê dewletê veqete. Lê piştî ku şer gur bibe û bi sedhezaran kes bên kuştin û her alî lawaz bibin, dê lihevkirinek çêbibe û ‘riyek xelasiyê’ bête dîtin. Ev rê jî dê qebûlkirina vê dewletê be.
Niha li pêşiya gelên Sûriyeyê tenê 2 rê hene. An qebûlkirina dewletek Elewî û parçekirina welat, an jî qebûlkirina ”komara duyemîn”. Komarek federal ne navendî, ku her netew û mezheb karibe xwedî maf bin û xwe bi rêve bibin.
Dê Kurd çawa tevbigerin?
Li gorî nerîna piraniya Erebên Sunî, Kurd ‘xayin’ in!. ‘Kurdan Iraq parçe kir û ew niha hewl didin Sûriyeyê jî parçe bikin’. Ew li gorî gelek Erebên Sunî ”Israîla duyemîn in”. Jixwe Îran jî dijminatiya Kurdan dike. Berê Ayetullah Xumayinî fetewyek li dijî Kurdan derxistibû û şerê wan helal kiribû. Dewleta Tirk Kurdan bi ”cûdahîxwaziyê” tewanbar dike û ev 90 sal şerê wan dike. Niha dewleta Tirk li himberî pêşveçûnên li Sûriyeyê matmayî maye. Ew nizane dê rewş ber bi ku ve biçe û dê Kurd cçi destkeftiyan bi dest bixin.
Kurdên Sûriyeyê xwe li himberî hêzên mezin yên ku mafên wan inkar dikin dibînin. Dewletên Tirk û Îranê dê hewl bidin Kurdan bêpar bihêlin û rê li ber hemû mafên wan bigrin. Ew li gel Erebên netewperest pîlana Erebkirina heremên rojavayên Kurdistanê destek dikin. Anîna bi hezaran Ereban ji bo heremên Kurdan li xweşiya wan diçû. Dewleta Sûriyeyê li jêr desthilatdariya malbata Esed Kurd derbider kirin. Ereb anîn heremên Kurdan û siyasetek xizankirina Kurdistanê meşandin, di encamê de bi sedhezaran Kurd neçar bûne koçî Şam û Helebê bibin. Mixabin ku piraniya hêzên muxalefeta Ereb projeya Erebkirina heremên Kurdan şermezar nakin û soza derxistina Ereban û vegera erd û ziviyên Kurdan li wan nadin. Ew jî mîna rejîmê siyasetek şofen û nijadperest dimeşînin.
Baweriya Kurdan bi muxalefetê nayê
Tevî ku siyaseta Erebkirina cûreyek ji cûreyên qirkirinê ye û tevî ku muxalefeta Ereb ji ber qirkirina ku rejîma Esed bi serê gelê Sûriyeyê tîne, dike hawar, lê dîsa ew vê qirkirina çandî û fîzîkî li dijî Kurdan qebûl dikin û dixwazin encamên wê li holê bimînin. Ew pîlana têkbirina Kurdan û asîmilasyonkirina wan qebûl dikin.
Kurd ji vê helwesta muxalefetê bi fikir û guman in. Ew ditrsin ku rejîma pêşerojê carek din hevkariyê bi Tirkiyê û Îranê re bike û li dijî mafên Kurdan tedbîrên nijadperest bistîne.
Hêzên muxalefeta Ereb xwe dispêrin welatên Ereb, Tirkiyeyê , Rojava û NATO. Hin hêzên din xwe dispêrin Îran û Rûsiya û Çînê. Gelê Kurd li himberî wan ne xwedî derfetên mezin e. Ne çekên Kurdan hene û ne jî malê wan. Lê divê Kurd nebin beşek ji şerê navxweyî yê li Sûriyeyê. Ev şerekî qirêj e.
Gelê Kurd di Sûriyeyê di pêvajoya pêş de divê xwedî derfet û hêz be. Divê partiyên Kurd ên Rojava xwedî yek biryar û helwest bin. Jixwe hevpeymanên ku Kurd bi hêzên Ereb re mor bikin, divê hemû li ser esasê nasîna van hêzan ya nasnameya Kurdan û qebûlkirina forma ‘xweseriyê’ be. Li Sûriyeyê rêjeyek mezin ya Elewî, Îsmalîlî, Xirstyan û Durzî heye û dê ev di pêşerojê de bibin hevkarên Kurdan, ji ber ku ew jî heman mafên nasname û xweseriyê dixwazin. Hêza îslama siyasî ya bi piştgirtiya Tirkiye dikare bibe asteng li pêşiya van mezheban, ji ber hindê ew neçarin xwe li hev bigrin û bi hev re siyastê bikin.
Di asta Kurdistanî de jî divê hêzên netewa kurd destekê bide gelê Rojava. Derfetên li beşên din yên Kurdistanê divê ji bo tekoşîna Rojava werin dayin. Eger Kurdên rojava xwe bidin ser hev û hêzên ji beşên din bigrin dikarin pêşengtiya guherînê li Sûriyeyê bikin. Ji ber vê yekê divê di zûtirîn dem de kongreyek netewî ji bo alîkariya Kurdên rojava were pêkanîn. Jixwe Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) dikare rola sereke ya damezrandina vê kongreyê bilîze...
DR. BENGÎ HAJO
Bengi.hajo@comhem.s