Festîvala Çanda Êzdîxanê ya 1ê, wê 1’ê Hezîranê li bajarê Elmanyayê Bielefeldê. Êzdiyên li Ewrûpayê xwe ji bo festîvala çandê amade dikin.
Festîval bi dirûşma “Xweserî ji bo Şengalê, Aştî ji Rojhilata Navîn re” pêk tê. Festîval wê li gorî kevneşopiya Êzdiyan pêk were.
Komîteya Amadekar a Festîvalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga beşdariyê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi coşeke mezin em yekemîn festîvala xwe bi ruhê Mamê Êzdîxanê Mam Zekî Şengalî pêk bînin. Banga me li hemû Êzdiyan ew e ku vê rojê, her kes dawet, karê takekesî û civînên xwe betal bike û tevlî Yekemîn Festîvala Çanda Êzdîxanê bibe.” Komîteyê ragihand, li gel mal û komeleyên Êzidiyan, rayedarên Şaredariya Bielefeldê û partiyên siyasî yên Elman jî ji bo festîvalê hatine vexwendin. Bernameya festîvalê dewlemend e; Hozan Şemdîn, Hozan Xemdar & Harîman, Helbestvan Hacî Qîranî, Dexîl Osman, Narînxan, Koroya NÇÊ, Tîtalê Feyzo, Folklor, Hamit Bahoz wê hunerên xwe pêşkêş bikin.
BIELEFELD