Dilnizmî, giyan û hembêza dayîkê, hêvî ne. Mirov di zikê dayika xwe de bi hêz dibe. Ji xwîn, enerjî, goşt û giyanê wê, tîmar dibe. Lê li dayikan neheqî hatiye kirin. Teoriyên ne li gorî rastî û keda dayikan, hatine nivîsîn û pêkînan. Di vê kaosê de ku niha diqewime, hiş û aqil sînorkirî ye, di nava bablîsokê de ye. Li mirov û civakan sed fen û fût hatine kirin. Çawa ku mirovek ji dayîka xwe dibe, demildest li dora wî sînor tên pêçan. Xwarina ku bi destê desthilatan hatiye amadekirin, pê tîmar dibin û mezin dibin. Wilo li mirovan dikin ku her kes bibe wek hev û cudabûn çênebe; her kes xwe kole hesab bike.

   

Mirovekî/e ku bixwaze guhertinê yan jî pêşketinekê pêk bîne, lê têne xezebê. Bi sizayên ku nakevin bîra mirovan hemûyan, sizayan pêk tînin. Êdî bi hesin û agir, gel û civakan didarizînin. Ev qîr û qiyameta ku rû dide, ji serdema Sumeran ve ye; ango ji destpêka xistina dayika xwedawend û serîrakirina serdema baviksalariyê ye. Di wê demê de ku kahin û rahiban rêgez û meyên dayîkê hemû bin pê kirin û textê wê yê bilind hilweşandin, li şûna wekheviyê cudahî, li şûna hezkirin û keddayînê zikreşî û kedxwarî danîn. Dayîk anîn wê rewşê ku tenê wek alava anîna zarokan be. Tenê dikare bîne lê tevî vê jî zarok ne yên wê ne. Bi piçûkxistin û fahîşetê, jin kirin lîstok. Ji bo textê xwedawendiyê bihejînin, sed nav, dûv û dûçik bi jinê ve kirin. Xeyalên paqij, bi mîtolojî û çîrokên derewîn, xapandin. Bi şûr û sîxan mirov terbiye kirin. Wilo li mirovan kirin ku fêrî destwerdan, ezezî û mewdantiyê bibin. Her mêrek, dayik, xwişk û hevjîna wî milkên wî ne. Çi jî bixwaze, dikare bîne serê wan.

Di serdemên bûrî de her wiha di vegotina dîrokên ol û baweriyan de li pişta her pêxember, derwêş, rêber û têkoşerekî, navê jinekê tê bihîstin. Ev disepîne ku her mezinek û her derwêşekê xwe spartiye jinekê.

Bi çîrokên ku li ber guhê mirovan tên gotin, bûyer û qewimînên ku li ber çavan tên dîtin, mirovan dixin nava nakokiyê. Wilo li mirovan hatiye ku êdî bi hebûna peristî (mehbûd) bi guman bibin, êdî mirovahî û gerdûn nema dikarin barê van derewan hilgirin. Em bala xwe bidin qewimîn û guhertinên siyasî hemûyan, raperînên gelan û bi taybetî yên ku li Rojhilata Navîn rû didin. Destpêkê xwepêşandan û serîhildan diqewimîn û kesên serî radikin jî hemû mêr in (heger jin hebin jî hejmareke kêm e). Piştî ku êdî sîstem û dewlet dibe bersiva gel û dest bi kuştin û jihevbelavbûnê dike, dîsa jî ya ku li meydanê dimîne, dibe hedef û dest diavêjinê, tê girtin, kuştin û tê koçberkirin, jin e. Ev tê wê maneyê ku jin di hebûna dewletê û di barkirina wê de jî hesab dide.

Piştî analîzkirin û şopandina hûrguliyên pirsgirêkên sereke yên ku her tim çareseriyê dixetimînin, Rêber Apo gihişte encamekê û zanistekeke nû da pêş û navê JINEOLOJÎ lê kir. Lê em li vir dipirsin çima Jinolojî? Ji bo ku pîroziya jinê lê vegere, nasnameya jinê were parastin, jin bi jinîtîya xwe di nava civakê de cih bigire û mîna rola xwe ya di destpêka jiyana mirovahiyê de bi rola xwe rabe. Ne ku di bin baskê mêr de bimîne û mehkûmî bêçaretiyê bibe. Jixwe zanista JINOLOJÎ li vir tenê ranaweste, ji bo belavkirina vê zanistê wê jinan hemûyan bixe nava tevgerê û zanista xwe li her devera dinyayê, belav bike. Dibe ku rasterast sîstemên dunyayê hemû vê rastiyê nebêjin û nebînin, lê eşkere ye, cîhana me ya nerehet û diqirqile ji ber vê rastiyê ye, em îşaret pê dikin ango awayekî nerast ê jiyanê heye. Awayê rast ê jîn û pêkanîna jînê jî ew e ku wekhevî di navbeyna zayendan de çêbibe. Jinolojî, wê bibe bersiv û tola her sê xwişkên Mîrabel, bersiva bedena Amara, hovîtiya li hemberî Hevrînê, fîşekên bêdeng yên ku li Sakîne û hevalên wê hatin barandin û hwd. Dê YJA Star û şaxên wê; neviyên Îştarê, tolê hilînin.