Xelîl Xemgîn: Armanca serdana me ya Başûr ew e ku em wek hunermend bikarin ji bo avakirina yekîtiya neteweyî bi rola xwe rabin. Ji bo em bikarin dîrok û sembolên xwe bi huner zindî bikin.
Niyan Ebdullah: Gelek girîng e ku dengê hunermendên jin di vê hewldanê de bilind bibe. Dikarin bi hunera xwe xizmeta doza neteweyî bikin. Dikarin bi rêya van civînan îsbat bikin ku yekgirtî ne.
Xebatên hunermendên Kurd ên ji bo yekîtiya neteweyî dewam dikin. Hunermendan diyar kir ku ew amade ne ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî bi rola xwe rabin.
Hunermendên Kurd ên ku li Ewrûpayê ji bo yekîtiya neteweyî xebat dane destpêkirin, niha jî li Başûrê Kurdistanê heman xebatê didomînin. Di çarçoveya xebatan de Hunermend Xelîl Xemgîn û Diyar Dêrsim, 10’ê Sibatê li Silêmaniyê bi hunermendên vî bajarî re civiyabûn. Di civînê de biryar hatibû dayîn ku platformeke hunermendan were avakirin û bi beşdariya hunermendên ji her çar parçeyên Kurdistanê konsereke neteweyî were dayîn. Tê payîn ku ev konser di Gulanê de were dayîn.
Sembolan bi huner zindî dikin
Têkildarê kar û xebatên hunermendan ên ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdî hunermend axivîn. Hunermend Xelîl Xemgîn têkildarî armanca serdana xwe got; “Armanca serdana me ji bo hunermendên Başûr ew e ji dûrî fikrên siyasî û rêxistinan hemûyan, em wek hunermend bikarin ji bo avakirina yekîtiya neteweyî bi rola xwe rabin. Ji bo em bikarin dîrok û sembolên xwe bi huner zindî bikin.”
Hunermend Diyar Dersim jî got; “Di vê sedsalê de li ser Kurdan komkujî tên kirin û welatên wan tê dagirkirin. Heger em yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin, em ê bikarin vê sedsalê bikin sedsala Kurdan. Em ê bikarin bi yekîtiya neteweyî pêşiyê li komkujiyan bigirin, çanda xwe biparêzin.”
Bi beşdariya çar hêlên Kurdistanê
Hunermend Şîlan Osman jî diyar kir ku hewildanên wan hene ji bo lidarxistina konsereke neteweyî ya ku ji her çar parçeyên Kurdistanê hunermendên Kurd beşdar bike.
Hunermend Cezay Saz jî da zanîn yekîtiya neteweyî di pêşiya hertiştê de tê û wiha got; “Bi taybetî em hunermendên Kurd ger li ser mijara neteweyî yekdeng bin, em ê bikarin baştir peyama xwe bigihînin gel. Hunermend xwedî cihek giring in, ji bona wê divê hunermend bi yek dengî û bi yek gotinê ji bo azadî û yekîtiyê bikin hewar.”
‘Beriya hizbîbûnê em netewe neʼ
Hunermend Niyan Ebdullah jî got, "Gelek girîng e ku dengê hunermendên jin di vê hewldanê de bilind bibe. Dikarin bi hunera xwe xizmeta doza neteweyî bikin. Dikarin bi rêya van civînan îsbat bikin ku yekgirtî ne.”
Hunermend Luqman Selîm jî got; “Hêvîdar im ku ev civîn dewam bikin. Kurd çend hatibin çarparçekirin jî di encamê de em yek netewe ne. Divê ji beriya ku em hizbî bin em neteweyî bin, divê em ji gelê xwe hez bikin. Bang li hemû aliyên siyasî dikin destketên neteweyî li pêş berjewendiyên hizbî biparêzin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ