Tahir Koçer: Ji bo azadiya Rêber Apo ev 20 sal in têkoşîneke mezin bi rê ve diçe. Paradîgmaya Rêber Apo jî her mezin dibe û bi pêş dikeve. Ew ji miletên Rojhilata Navîn re dibe hêvî. Bi vê têkoşîn û propagandayê li Rojava ruh bi vê paradîgmayê hat.

Tevgera Ciwanan a Şoreşger: Rêber Apo li dijî kapîtalîzmê sîstemeke alternatîf çêkir. Alîgirên kapîtalîzmê jî li dijî Rêber Apo zêhniyeteke qedexeker bi pêş xist. Ji ber vê yekê em jî qedexeyên alayan ên li dijî Rêber Apo qebûl nakin.

AGÎT ERKENDÎ/RAMAZAN MARANGOZ / FRANKFURT 

Bi rasthatina salvegera Bêbextiya Navneteweyî ya 15ʼê Sibatê re, ciwanên Kurd bi awayekî veguherî rêûresmê, meşa dirêj ber bi bajarê Fransayê Strasburgê ve organîze dikin. Îsal meşa dirêj 8ʼê Sibatê ji bajarê Elmanyayê Frankfurtê dest pê kir.

Tevgera Ciwanan meşa îsal bi şîara “Destûrê nede tecrîdê, bi Rêber Apo re azad bibe”  organîze dike. Roja yekê, ciwanên beşdarî meşê dibin li meydana navendî ya Frankfurtê Hauptwacheyê hatin cem hev. Li vir zêhniyeta polîsê Elman a qedexeker kete pêşiya ciwanan. Wezareta Karê Hundir a Federal beriya destpêkirina meşê bi çend saetekî, yanî hîna înê piştî nîvrojê alayên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) qedexe kirin. Bi ser halan de jî flamayên posterê Rêber Apo li ser jî hatin berhevkirin, tevî ku ciwan ji bo azadiya Abdullah Ocalan û ji bo bêbextiya li dijî wî meşê organîze dikin. Ciwanan jî beramberî vê tim û daim sloganên ‘Jin, jiyan, azadîʼ, ‘Bê Serok jiyan nabeʼ û ‘Fermandar Egîd dijî, PKK şer dikeʼ gotin. Polîsê Elman ê ku li ciwanan û hincetekê bû, wekî din tim û daîm hişyar kir da ku ciwan slogana ‘Bijî Serok APOʼ nebêjin. Beriya meş şemiyê bi beşdariya 120 ciwanan dest pê bike, daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.

KON-MED’ê bang li Elmanyayê kir

Di daxuyaniyê de hevserokê konfederasyona Civakên Kurd ên li Elmanyayê (KON-MED) Tahir Koçer pêşî Bêbextiya Navneteweyî ya 15ê Sibatê rûreş kir. Wî got, “Ji bo azadiya Rêber Apo ev 20 sal in têkoşîneke mezin bi rê ve diçe. Paradîgmaya Rêber Apo jî her mezin dibe û bi pêş dikeve. Ew ji miletên Rojhilata Navîn re dibe hêvî. Bi vê têkoşîn û propagandayê li Rojava ruh bi vê paradîgmayê hat. Yên ku aştiya Rojhilata Navîn naxwazin îro li ber paradîgmaya Rêber Apo radibin û bi israr tecrîdê dewam dikin. Li vir banga me li Elmanyayê ew e ku siyaseta xwe ya li dijî Kurdan biguherîne. Nabe ku di siyaseta şer de israr bike. Siyasetên beriya bi 40 salan êdî ne lê ne. Bangeke meya din a li dewleta Elman ew e ku qedexeya PKKʼê tavilê bi dawî bike.”

‘Em qedexeyên alan qebûl nakinʼ

Li ser navê Tevgera Ciwanan jî Raman Bilal peyivî û got, “Ji bi destxistina nasnameya ciwanan berdêlên giran hatin dayîn. Yê ku ev nasnameya hanê ji bo me misoger kir, Rêber Apo ye. Rêber Apo li dijî kapîtalîzmê sîstemeke alternatîf çêkir. Alîgirên kapîtalîzmê jî li dijî Rêber Apo zêhniyeteke qedexeker bi pêş xist. Ji ber vê yekê em jî qedexeyên alayan ên li dijî Rêber Apo qebûl nakin.”

Piştre meşvanên Meşa Dirêj berê xwe dan Dreieichê ku menzila qonaxa wan a yekê bû. Piştî ku ciwan gihiştin Dreieichê bi hev re çûn Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya li Frankfurtê. Li vir bi navê Rastiya Rêbertiyê semînerek hat dayîn.

Ciwanan Firat Çîçek bi bîr anî

Di roja duyê ya meşa dirêj de ciwan ji Dreieich-Sprendlingenê saet 09:30’î dest pê kir. Meş li Luisenplatz a bajarê Elmanyayê Darmstadtê bi mîtîngekê bi dawî bû.

Çalakger piştî mîtîngê çûn NCDK ya Darmstadtê. Êvarê bi beşdariya wan civîna bibîranîna gerîlayê HPG’ê Firat Çîçek çêbû. Firat Çîçek li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Meş bi giştî 8 rojan dewam bike û li her bajarê ciwan lê bimînin wê semîner yan jî çalakiyên din bên organîzekirin. Ciwan wê 14´ê Sibatê bigihîjin Strasbourgê û 15ʼê Sibatê jî beşdarî meşa navendî ya li dijî Bêbextiya Navneteweyî bibin.

 
 

Kurdistanî li Parîs û Stuttgartê meşiyan

   

Li hemberî komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Ocalan, li Parîsê bi pêşengiya jinên Kurd meşeke dirêj hatibû destpêkirin. Meş doh di roja 3’an de bi mîtînga li Meydana Republiqueê bi dawî bû.

Qonaxa sisiyan a meşê li Meydana Nationê bi slogana ‘Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re’ doh destpê kir.

Di meşê bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku li hemberî tecrîdkirina Ocalan bêdeng nemînin. Di meşê de derbarê tecrîd û komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan, belavok hatin belavkirin. Meş bi mîtînga li meydana Rebupliqueê bi dawî bû.

Meşa li dijî komploya 15’ê Sibatê ya li Stuttgartê jî di roja sisiyan de doh bi dawî bû. Meşa li Stuttgartê, qonaxa xwe ya yekê li Bad Cannstatt Bahnhoffê temam kiribû. Pêr saet 12:00’an Kurdistanî li heman meydanê kom bûn û ber bi Stuttgart Bahnhofê ve meşiyan. Di roja yekê de meşvan 8 kîlometreyan û di qinxa diduyê de jî 5 kîlometreyan meşiyan. Di meşê de bê navber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re Azadî” û “Es Liebe Ocalan” hatin gotin.

 

PARÎS/STUTTGART