
Gerîlayên Kurdistanê li herêmên xwe bi merasimeke leşkerî 27’ê Mijdarê roja damezrandina PKK’ê pîroz kirin. Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê Nûredîn Sofî di merasimê de axivî. Sofî bi vê boneyê 27’ê Mijdarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir û berxwedana Ocalan a li Îmraliyê silav kir û got ku sala 35’emîn a PKK’ê dê bibe sala azadiyê.
Fermandarê HPG’ê Sofî tevli merasîma pîrozkirina damezrandina PKK’ê bû. Merasîma pîrozbahiyê bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Sofî di merasîmê de axivî. Fermandarê HPG’ê Sofî destnîşan kir ku îro di dîroka gelê Kurd de rojeke pîroz e û wiha berdewam kir: “Gelê Kurd bi PKK’ê re bû îrade, bi PKK’ê re azad bû, bi PKK’ê re jiyan û rûmeta xwe qezenç kir. Beriya PKK’ê koletî, bindestî, înkar û îmha hebû. PKK’ê zincîra koletiyê şkand û ji bo gelê Kurd bû vîn. Di vê roja pîroz de, divê hemû heval bi awayekî rast, li ser xeta şehîdan û li ser xeta Rêbertiyê vê rojê bike roja biryarê. Li ser vî esasî, divê di meşa azadiyê ya PKK’ê de di rûpelên pîroz ên dîrokê de cih bigirin.”
‘Dixwazin me tine bikin’
Fermandarê HPG’ê Sofî piştî merasîma pîrozbahiyê bi gerîlayan re civînek çêkir. Fermandarê HPG’ê Sofî bi bîr xist ku dijminên Kurdan ji bo wan asîmile bikin gelek rê ceribandine û axaftina xwe wiha domand: "Gelek caran li ser Kurdan komkujiyan hatin pêkanîn. Bi asîmilasyonê jî xwestin li ser çand û zimanê wan qir bikin. Hemû nirxên gelê Kurd yên mirovahiyê bin pê kirin. Tiştên dîroka Kurdan hemû ji holê rakirin. Çand, ziman û hebûna wê ji holê rakirin. Tu tiştê vî gelî hebe xwestin ji holê rakin. Yanî tunebûn hebû. Li hemberî van polîtîkayên hatiye pêkanîn gelekî din bûye niha sed caran ji holê rabibû. Li Kurdistanê zulmek wiha heye."
‘Evder dergûşa mirovahiyê ye'
Fermandarê HPG’ê Sofî destnîşan kir ku beriya PKK'ê li ser navê, mirovahî, azadî û dîrokê tu tişt nehatibû hiştin û gotin anî ser birya Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî "Qebûlkirina Dewleta Çavdêr a Filîstînê." Sofî wiha dirêjayî da axaftina xwe: "Cihê Kurdan di dîrok û malbata gelên cîhanê de tune bû. Mafê wî yê berxwedanê jî tune bû. Neteweyên Yekbûyî biryarek girt û Filîstîn wekî dewleta çavdêr qebûl kir. Yanî statû hat dayîn. 60 beriya niha Neteweyên Yekbûyî Filîstîn perçe kir û ji holê rakir. Di vê pêvajoyê de bi sedhezaran kes hatin kuştin. Gelê Filîstînê ev bi sala ne berxwedanekî xurt dide meşandin. Ev gel bi salane vê têkoşînê dide, lê di cîhana zalim û dewletên dîkdator de tu wateya vê têkoşînê tuneye. Berjewendiyên wan kêrî çi were, li gor wê tevdigerin. Piştî 60 salan cardin wan belgeya dayîkbûna Filîstînê dan. Ev dinya ya zaliman e. Dergûşa mirovahiyê Rojhilata Navîn e. Zerdeşt, Muhemed û gelek olên din ji vir derketine holê. Azadî, rûmet, exlaq ji gelê Rojhilata Navîn re hat qedexekirin.”
Bi kuştinê peyam dan
Fermandarê HPG’ê Sofî diyar kir ku piştî rêxistinkirina PKK'ê Dewleta Tirk xwestiye bi komkujiya Mereşê peyam bide Kurdan û wiha pêde çû: "Piştî avakirina PKK'ê gelê Kurd hêvî û morala xwe cardin bidest xist. Li ser vê jî dijmin dest bi komkujiya Mereşê kir. Wê ji xwe re digot ku 'Wan Dêrsim û Geliyê Zîlan ji bîr kiriye' û li Mereşê komkujî pêk anî. Xwestin ku bêjin 'Hûn rabin ser piyan em ê wiha li we bikin' Gotin ku nêzî vê komê vê partiyê nebin. Lê PKK'ê vejîn afirand û li hemberî hemû işkenceyan, li hemberî Artêşa 2'yemîn mezin a NATO'yê hat heta roja îro. Piştî destpêka PKK'ê darbeya 12'ê îlonê pêk anîn."
Mexdûrên 12'ê Îlonê Kurd in
Fermandarê HPG’ê Sofî bal kişand ser qaşo darizandinên 12'ê îlonê û da zanîn ku bi vî şiklî qaşo bidin nîşandan ku derbeya 12'ê îlonê em didarizînin û wiha axivî: "Lê ya rast mexdûrên 12'ê îlonê Kurd in. Dozdarê esas jî gelê Kurd e. Di 12'ê îlonê de li hemberî gelê Kurd komkujiyek pir teknik ya bêhempa hatiye meşandin. Niha jî bi awayekî durû piştgirên 12'ê îlonê yên wê demê, bi awayekî ji bo çavboyaxkirinê dibêjin em darbekaran didarizînin. Lê tekane armancekî 12'ê îlonê hebû ew jî tunekirina hêviya azadiya gelê Kurd, PKK'ê û Kurdistanê bû. Bi tenê gelê Kurd û PKK'ê li hemberî vê yekê li ber xwe da. Wê demê gelek kes hatin poşmankirin. Lê komekî ku girêdayî Hevalê Heqî, Rêber Apo bûn, li hemberî îşkence û zilma di Girtîgeha Amedê de gotin 'êdî bese' berxwedana Mazlum, Hayrî û çaran, parastina fikra PKK'ê ya li hemberî 12'ê Îlonê bû."
Fermandarê HPG’ê Sofî got ku PKK berxwedana zindanê, berxwedana gerîlayan, azadiya jinên Kurd e û wiha berdawam kir: “PKK azadiya Kurdistanê ye. Darbesta ji bo Kurdan hatibû çêkirin, hate perçekirin. Gora ku 'Xeyala Kurdistanê lê hatibû veşartin' hate çirandin. Çawa Prometeus li hemberî Zeus derket û piştgirî da mirovahiyê, çawa Hz Îsa li dijî zulma Romayê derket û serî hilda, PKK'ê jî bi derketinek peyxemberwarî li Kurdistanê derket holê. Ji ber wê jî hemû zalim bûn yek û bi komployan Rêber APO dîl girtin. Lê wan ne dizanî ku tu dîwar û zindan nikarin xwe li hemberî fikra rêber Apo asteng nake."
Fermandarê HPG’ê Sofî bilêv kir ku 34'emîn salvegera damezirandina PKK'ê sala berxwedan û sala şoreşê ye û ev tişt gotin: "Derketina PKK'ê, tê wateya şoreşê, serkeftinê. Ev herî zêde îsal diyar bû. Ji ber vê mirov dikare bêje tiştên di sala 2012'an de qewimîn di dîroka PKK'ê ya 34 salan de qewimîn. PKK'ê di zindanê de li ber xwe da. Rêber Apo di sala 2012'an berxwedanek gelek mezin nîşanda. Gerîla jî bi çalakiyên, Şitazîn, Şemzînanê, Dêrsîmê, Elkê û Serhedê bi mehan ev qad bi taktîta 'Lêxe lê bimîne' di destê xwe de girt. Şehîd Huseyîn li Şemzînanê wiha kir, Şehîd Mehmet li Katoyê wiha kir. Şehîd Rojînê li Çarçelayê wiha kir. Vîn û hêz li van deran ew bûn. Dijmin nekarî gavekî jî bavêje. Berxwedana zindanan a ji Mazlum û Hayriyan destpêkiribû îsal jî berdewam kir. Îsal jî di girtîgeha Amedê de 68 rojan berxwedan hebû. Berxwedana zindana Amedê li hemû girtîgehan belav bû. Li ku PKK'iyek hebe dest bi grevê kir. Hemû girtîgeh bûn wekî girtîgeha Amedê. Li gel hemû şerê psîkolojîk hevalan di girtîgehan de berxwedana xwe domandin. Berxwedana gelê me jî gihişt lûtkeyê. Li Cudî û Kato gel çû wê derê û cenazeyên gerîlayan xwedî derketin. Piştî van dijmin bi xwe got 'Ma ev der Qendîle çi ye. Bi vî awayi êdî Şirnex bûye wekî Qendîlê'.”
2012 bû sala berxwedanê
Fermandarê HPG’ê Sofî da zanîn ku sala 2012'an bû sala berxwedanekî mezin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Têkoşîna, berxwedana PKK'ê ya gerîla, zindan û gelê me di asta herî bilind de bû. Dibe ku hin kêmasî çêbûbin, dibe ku me azadiya gelê xwe bi dest nexist Rêberê xwe azad nekir, lê di şexsê heval Mehmed û Rojîn de bi sedan fedayiyan got ku 'Hema wekî roja destpêkê, vîna destpêkê çawa bû, hêj heman vîn û hêz xwe tevli refên şehîdan bûn. Sala 2012'an bû sala berxwedanê. Tê xuyakirin ku 35'emîn sala PKK'ê dê bibe sala berxwedan û azadiyê. Em ê kêmasiyên xwe baş bibînin, li gel rexnedayînek mezin bikin. Em cardin di vê roja pîroz de soz dikin ku em ê li ser xeta Rêber Apo û li ser xeta Şehîdan cardin tevli PKK'ê bibin. Hemû dinya li hemberî me be jî em dev ji biryara xwe ya azadiyê bernadin."
Piştî axaftina Fermandar HPG’ê Sofî Nûredîn bernameya moralê ya gerîlayan dest pê kir. Di bernameyê de helbet, şano û stran hatin pêşkeşkirin. Di bernameyê de ku coşa gerîlayan bal kişand.
DUNYA PALE / DEMHAT TOLHILDAN - ANF/BEHDÎNAN