Komîteya Rêveber a PKK’ê di salvegera damezirandina PKK’ê de got bila sala 39’an a PKK’ê wê bibe sala têkoşîna mezin, sala serketin û azadiyê û got: “Roj roja têkoşîna li dijî faşîzma AKP’ê û DAIŞ‘ê ye, roja serketinê ye. Em bang li her kesî dikin, ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li ber xwe bidin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.  Di daxuyaniyê de hat ragihandin, her saleke têkoşînê ya PKK’ê di nava zor û zehmetiyên mezin de derbas bûye û bi pêşketinên mûcîzewî hatine afirandin. Daxuyanî bi vî rengî ye: ”Di nava têkoşîna destanî ya 38 salan de PKK’ê xeteke ku rêya rizgarî û azadiyê nîşanî bindestan dide. Her wiha li Rojava û Başûrê Kurdistanê gelê me bi lehengî li ber faşîzma DAIŞ‘ê û gefên AKP’ê rabû û têkoşiya. Li Bakurê Kurdistanê jî, li dijî êrîşên faşîst-qirker ên dîktatoriya AKP’ê, di serî de li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê, li hemû bajar û bajarokan di xeta lehengiyê de berxwedana xwerêveberiya demokratîk meşandiye. Di encama vî şerê berxwedanê de li Mûsil û Reqayê dor li faşîzma DAIŞ‘ê hatiye giritn û dîktatoriya AKP’ê ya faşîst-qirker jî gihîştiye asta man û nemanê.”

‘Di xeta fedayî de têkoşiyan’

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê dimeşîne pêşengî ji têkoşînê re kiriye û wiha dewam kir: “Gerîlayên me yên leheng ên li çar parçeyên Kurdistanê di xeta fedayî de têkoşiyan, sala 38. a partiyê de bi sedan şehîd dan û şerê gelê me yê azadî û demokrasiyê li deşt û zozanan, çiya û bajaran belav kirin û destketiyên gelekî mezin ên siyasî û leşkerî afirandin. Di şexsê fermandar Çiyager, Axîn, Zamanî, Sevê, Pakîze Nayir, Asya Yuksel û Mehmet Tûnç de hemû şehîdên leheng ên vê berxwedanê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.”

Şerê cîhanê û şerê azadiya Kurdistanê 

Komîteya Rêveber a PKK’ê da xuyakirin, ku ew bi berxwedanake pir alî ya li dijî faşîzma AKP û DAIŞ‘ê dest bi sala 39’an didin û komîteyê bal kişand ser Şerê Sêyemîn ê Cîhanê û çaryek sedsal e li Rojhilata Navîn diqewime û got: “Ev şer bi giranî li sêgoşeya Tirkiye, Sûriye û Iraqê bi rê ve diçe. Lewma ev Şerê Cîhanê û Şerê Azadiya Kurdistanê ji gelek aliyan ve di zikhev de dimeşin. Ji ber vê yekê, pirsgirêka Kurd û pêwîstiya bi çareseriyê hê bêhtir derdikeve pêş û xwe li ser rewşa siyasî ferz dike.”

‘Şensê serketin faşîstan wet nîne’

Komîteyê ragihand, şensê serketinê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku li ser dijberiya Kurdan ava bûye qet nîne û got: “Pêwîst e êrîşên li dijî gel û taxan, komkujî, girtina saziyên çapemeniya azad û demokratîk, zextên li ser HDP û DBP’ê, girtina parlamenter û hevşaredaran li ser vê bingehê werin nirxandin. Eşkere ye, AKP û MHP hebûna xwe di tinebûna gelê Kurd de dibînin. Lewma bi rengekî qirkirinê êrîşê dibin ser hebûna gelê Kurd. Tevî ku ev êrîşên qirkirinê di çaryeka destpêkê ya sedsala 21’an de li pêş çavên tevahiya cîhanê tên kirin jî, hê nerazîbûneke xurt nehatiye nîşandan.”

Banga têkoşîneke hevpar

Herî dawî Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir, tirs nikare pêşî li mirinê bigire û banga têkoşîneke hevpar kir û got: “Em hemû berxwedanên şoreşger-demokratîk ên li dijî faşîzma AKP-MHP’ê yên li deşt û zanan, çiya, bajar û zîndanan, yên li Bakur û hemû parçeyên din ên Kurdistanê û yên li derveyî welat silav dikin.Di serî de jin û ciwan em bang li tevahiya gelê xwe, hêzên demokratîk û bindest ên li Tirkiyeyê, Elewî, karker û kedkaran dikin, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bibin yek û di xeta serketinê de têkoşîneke çalak bimeşînin.

Em bawer in, gelê me, hemû gel û hêzên demokratîk wê vê rastiyê bibînin û xwedî li erka xwe ya berxwedana dîrokî derkevin. Li ser vê bingehê em careke din Cejna Partiyê di serî de li Rêber Abdullah Ocalan, li hemû hevrêyan, gelê xwe, dostên xwe pîroz dikin û bang li alîgirên demokrasiyê dikin, ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin!” 


BEHDÎNAN