Nûnerê Taybet ê NY û Komkara Ereban Kofî Annan diyar kir ku li Sûriyeyê şerek metirsîdar ê mezheban li ber derî ye.
Annan di konferansa Komkara Ereban a li paytexta Qeter Dohayê pêk hat de axivî û got; “Li Sûriyeyê her ku diçe karekterê şereke mezhebî nêzîktir dibe.” Annan ji bo pêşîlêgirtina vî şerê metirsîdar banga zêdekirina hewldanên ji bo aşitiyê kir.
Qetera ku malovanî ji konferansa Komkara Ereban re kir, diyar kir ku divê Annan dîroka dawî ya plana xwe ya aştiyê diyar bike. Qeterê destnîşan kir ku plana aştiyê ya ji 6 madeyan pêk tê di aliyê pêşxistina agirbest û diyalogên siyasî de bi ser neketiye û diyar kir ku ji bo hin rêbazên din bikevin dewrê, divê were qebûlkirin ku ev plan, bi ser neketiye. Qeter yek ji welatên ku dixwaze li hemberî Sûriyeyê destwerdaneke leşkerî pêk bê ye.
Piştî komkujiya hefteya borî li bajarê Hewla yê Sûriyeyê pêk hat û tê de 108 kesên sivîl hatin kuştin, zextên li ser rejîma Esad zêde bûn. Konseya Ewlekariyê ya NY’yê Sûriyeyê weke berpirsê komkujiyê nîşan da û xwest berpirs bêne cezakirin. Lê rêveberiya Şamê sûcdarkirinan red dike û sûc diavêje stûyê mûxalifan.
Konseya Mafê Mirovan a NY’yê ji bo Sûriyeyê bi awayeke lezgîn civiya û xwest ev komkujiya Hewlayê were lêkolînkirin. Konseyê xwest komkujî were lêkolînkirin û berpirs bêne cezakirin. Seroka Komîsyona Mafê Mirovan a NY’yê Navy Pillay der barê komkujiya 108 kes tê de mirin de got; "Dibe ku li hemberî mirovahiyê sûc hatibe kirin." Pillay, Komkujiya Hewlayê destnîşan kir û got 'Divê di bûyerên wiha hovane de berpirs bê ceza nemînin û ji bo berpirs hesabê bidin, divê her tişt bê kirin.”

Bandora li ser Lûbnanê 
Di encama pevçûnên li bajarê Libnan Trablûs Elşam a di navbera alîgir û dijberên rejîma Sûriyeyê qewimî de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Pevçûn roja yekşemê, di demjimêrên êvarê de li semta Suniyan a bi navê Bab El Tabbane dest pê kirin û gihîştin semta Cebel Muhsin a ku alîgirên Esad lê dijîn. Polîsan ragihand ku di van pevçûnan de çekên giran jî hatine bikaranîn.
Di pevçûnan de jinek tevî kurê xwe, bi giştî 8 kes mirin û herî kêm 21 kes jî birîndar bûn. Artêşê, ji derveyî bajêr leşker û polîs anîn ji bo bikaribin pevçûnan kontrol bikin.

Penaberên li Başûr 
Pevçûn û bûyerên tundiyê yên li Sûriyeyê ji adara 2011’an ve berdewam dikin. Piştî raperînên "Bihara Ereban" gihişt Sûriyeyê, li Sûriyeyê jî komek "muxalîf" hatin  kirin. Piştî şer û pevçûnên navxweyî 5 hezar û 300 kesan koçî Duhok û Silêmaniyê kirin.
Hate zanîn ku heta niha 5 hezar û 300 welatiyên ji ber rejîma Sûriyê bere xwe dane Herêma Kurdistanê. Kesên têne Herêma Kurdistanê ji li wargeheke girêdayî Duhok û Silêmaniyê têne bicihkirin. Berpirsiyarê koçberê Herêma Kurdistanê Şakir Yasîn diyar kir ku kesên ji ber tundî û rewşa xerab ya ewlahiyê revîne û berê xwedane başûrê Kurdistanê. Yasîn da zanîn ku heya niha 5 hezar û 300 kes koç bûne.
Hêjayî gotinê ye ku piraniya kesên koçberî başûrê Kurdistanê bûne, ji bajarên rojavayê Kurdistanê hatine.

ŞAM




Esad: Hêzên derve şer ferz dikin

Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad diyar kir ku ew bi şerek ku ji derve ve tê ferzkirin re rû bi rû ne û destnîşan kir ku welatê wî di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibe. Esad îdîa kir ku destê wan di komkujiya Hûlayê de tune ye.
Serokdewletê Sûriyeyê piştî hilbijartinên di meha gulanê de pêk hatin, cara yekemîn li meclîsê axivî. Esad endamên nû yên Meclîsê silav kir û daxwaza serketinê pêşkêş kir. Esad got ku hilbijartin bersiva herî baş bû li hemberî “terorîzmê”.
Esad destnîşan kir ku welatê wan di rojên krîtîk re derbas dibin û diyar kir ku hêzên derve dixwazin bi şerê ji derve ve li ser Sûriyeyê tê ferzkirin, Sûriyeyê parçe bikin. Esad got ku wana tevî hilbijartinê gelek reform kirine, lê li hemberî vê yekê êrîşên “terorê” zêdetir bûne û got; “Em reforman dikin, lê belê teror ferq naxe navbera tu kesî, her kesê dikuje.”
Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad bal kişand ser Komkujiya Hûla ya ku 108 kes têde jiyana xwe ji dest da û diyar kir ku haya wan ji komkujiyê tune ye. Esad diyar kir ku ew têkoşîna li hemberî “terorîzmê” bidomînin. Esad diyar kir ku deriyê wan ji bo diyalogên siyasî vekirî ye û got ku ew bi Konseya Neteweyî ya Sûriye ya piştgirî ji hêzên derve digire re nakin.
Esad qebûl kir ku bûyerên ji adara 2011 ve gele mirovan canê xwe ji dest dan û got ku berpirsên vê yekê jî hêzên derve ne. Esad got; “Terorîst bi reform û diyalogan re eleqeeder nabin. Eda diyar kir ku ew ê têkoşîna li hemberî “terorê” bidomînin û diyar kir ku dê gelê Sûriyeyê rojên xweş bijî.