
ROJDA OGUZ/ŞÛJIN/STENBOL
Girtina Navenda Çanda Mezopotamya ya bi Biryara di Hukmê Qanûnê de (KHK), qirkirina çandî bi leztir kir. Hunermend Hîvda Gokel ku ev polîtîkayên qirkirinê nirxandin, got, “Girtina NÇM’ê pêşî li qirkirina çandî vekir. Lê pêşî girtina li qirkirinê jî girêdayê ked û hewldana me ye.”
Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) sala 1991’ê li Stenbolê hat vekirin. Saziyê li 14 bajaran kar û xebata xwe dimeşand. NÇM ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê têdikoşiya, bi gelek zimanan berhem hildiberandin û huner îcra dikir. NÇM par bi KHK’ê hat girtin. Hunermend Hîvda Gokelê girtina NÇM’ê nirxand. Hîvda Gokelê da zanîn ku çariyeka sedsala 20’an bi talan û qetilkirinan derbas bûye û niha jî bi qirkirina çandî dewam dike. Hîvda Gokelê îfade kir ku di demên dawî de berhemên Kurdî diqulibîni û wan dikin Tirkî û got, ev dewama vê polîtîkayê ye û wiha peyivî: “Saziya dewletê TRT’ê ev girtiye ser xwe. Stran, klam û paşgotinên herêmên Kurdistanê diqulibînin Tirkî û dixwazin çanda gel tine bikin. Ji bo wê demê van polîtîkayan encam da. Di encama vê de jî mixabin nifşekî ku zimanê xwe ji bîr kiriye gihişt.”
Li dijî qirkirina çandî projeya şahiya stranan
Hîvda Gokelê behsa xebatên NÇM’ê yên li dijî qirkirina çandî kir û got, “Di encama têkoşîn, ked û berdêlan de ronahiyekê dest pê kir. Ev polîtîka hatin teşhîrkirin û bersiv hat dayîn. Sala 2000’î NÇM’ê projeya Şahiya Stranan da destpêkirin. Proje bi sê albuman derket. Hemû stranên di albumên şahiya stranan de cih girtî yên ku ji Kurdî hatibûn wergerandinî Tirkî bûn. Polîtîkayên diziyê ji aliyê hezkiriyên muzîka Kurdî ve hatin teşhîrkirin.”
‘Girtina NÇM’ê der barê gelan de bû’
Hîvda Gokelê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku NÇM’ê ligel çanda Kurdî, zimanên gelên Rojhilata Navîn jî nîşan daye û got, “Saziya ku ji bo ziman û çanda gelan tine nebe, hewl da û kar kir, hat girtin. Girtina saziyê ji bo bêdengkirina gelan bû. Girtina NÇM’ê pêşî li qirkirina çandî vekir. Lê ev girêdayî ked û hewldana me ye jî.”
NÇM ji bo bakurê Kurdistanê dema ku beriya bi 26 salan hat damezrandin gaveke di warê têkoşêna li dijî qirkirina çandî de stratejîk bû. Wê di nava hunermendên Kurd û civaka Kurd de pêvajoyeke rohnîbûnê da destpêkirin û bi dehan hunermend yekser ji wir gihiştin. Ji nava NÇM´ê gelek hunermend jî tevlî nav refên têkoşîna rizgariya Kurdistanê bûn û weke pakrewan li bîr û hafizeya dîroka huner a neteweyî navê wan hat nivîsandin. Par piştî darbeya AKP´ê li dijî saziyên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ew jî bi KHK´yê hat girtin.