Di rojnameya Neu Uricher Zeitung a Swîsreyî de bi mohra Bernd Noack rexneyeke senaryoya şanoyê ya nivîskarê Kurd Ibrahim Amir hat weşandin. Ji ber ku hem seneryo û hem jî bûyerên naveroka wê bi awayekî serketî hatibûn nirxandin û rexnekirin, me nûçe bi temamî wergerand û em bi we xwînerên xwe re parve dikin. 

Nivîskarê Şanoyê Ibrahim Amir bi şanoya xwe ya bi navê “Heimwaerts (Ber bi welêt ve)” di navbera trajediya penaberiyê û rewşa pêkenînê ya vegera welêt de maye. Ev lîstika wî niha li Elmanyayê li bajarê Kolnê piştî yekem nîşandana xwe tê nîşandan. 

Derhêner Stefan Bachmann ev lîstik wisa aniye ser dikê ku ev komediya ecêb li klîşeyan aliqî dimîne. 



Lîstik weke heneka beriya bi kenîne, ecêbmayî dihêle: “Kurdek, transseksueleke Awusturyayî û hevalê wê, û Tirkek, bi cenazeyê Kurdekî-Auwsturyayê yê ji Sûriyê, digerin.” Û mixabin weke henekpêkirineke jitaqetketî bi dawî dibe: Ev çarîneya ecêban, li ser sînorê di navbera Tirkiye, Bugaristan, Yewnanistanê de asê dimîne, û dikeve ber çerxên sîstemeke siyasî, ku stûnên wê yên bingehîn êdî bi şid û giranî dihejin. Tirkiye nahêle bikevin erdên wê, helbet vê ne ji ber ku yek ji wan miriyek e, lê ji ber ku ew dikevin ber gumana giştî: Sîxurî, Hewldana Darbeyê, Kirinên dij-neteweperestî. Her kesa ku ne li gorî dilê Serokdewlet (“WΔ) be, ew dibe gumanbar.

Mirov pê dihise: Gelek tişt li vir li rasta hev tên û berhev dibin. Û bi rastî jî, berhema Ibrahim Amir a nû “Ber bi welêt ve” ku wî li ser daxwaza Schauspiel Kolnê nivîsî, ewilî, qet nebe hewldanek e wê yekê ye ku bûyerên siyasî yên li welatê Erdoganî yên cihê fikaran bi xemsarî, bide ber xwe; vê jî bi wê yekê dike ku karîkaturîzekirineke absurd bi kar tîne.   


Êvareke rengîn

Lê kula Ibrahim Amir di heman demê de welat û jidestdana welêt e jî, kula wî ew zehmetî ye ku mirov di jiyanê de û di mirinê de cihekî ewle û aştiyane li ser (qet nebe li bin) vê erdê bibîne, kula wî lihevxweşbînbûn û ew daxwaza wekheviyê ye cihêtî û dilmayîna ji hev çiqasî mezin dibe bila be.

Yek ji wan tiştên cihê pêkenînê yên ecêb di nava gelekên din de ew e ku li vir rê berepaş (-iya rêya penaberiyê) diçe, ango ji rojavaya ewle ber bi rojhilata têr krîz. Ev dikarîbû ji bo guhertineke perspektîfê ya balkêş bibûya sedemek, lê belê Amir wê bi kar naîne. Jixwe, ya wî bêhtir ew e ku ji jor ve dema niha terîf bike bi wan dengên ji binî yên pêkenokî, û ne lêgerîn û dîtineke pirsgirêkê ya bi esas e tevî pirsên ku nerehet dikin.

Tişta ku di metnê de bi awayekî xemgînane komîk tê xwendin, bi derhêneriya Stefan Bachmann vediguhere êvareke rengîn a bi paşxaneyeke cidî. Hişk ji texte û depan dîwar rabûne ku wî sînorê mirov nikare jê bibihure yê li ser rêya penaberiyê ya Balkanan nîşan dide, ji ber vê jî ji bo lîstikvanên şanoyê meydaneke teng a tevgerê dimîne.

Lîstik dikeve nava rasthatinên komîk û çarenûsên ecêb ên li pey hev tên û weke mirov nikare tiştekî tê de bike, tesîrê dike. Bi ser de jî li ser erdên bêxwedî ne, di navbera sînoran de Hussein ê ka (Axel Pape) ruh dide; tevî ku wî dixwest weke wî kesî ji Sûrî yê 40 salan li Viyanayê jiya, biçe û li gundê xwe bimire, li wê cihê li ber çemekî, li bin darên zeytûnan, tevî ku li wir şer û mirin serwer in.


Klîşe û krîza komediyê

Ha wê kêliyê biraziyê wî Khaled (Peter Miklusz), bijîşkekî ciwan ê li welatên rojava civakî bûye, û bi vê jî ya rastî têra xwe ji koka xwe ya Kurd û Sûriyeyê dûr ketiye, bi vê pirsgirêkê re rûbirû dimîne, ku bijîşkê acizbûyî (yê bi eslê xwe Tirk) Osman (Jörg Ratjen) û hemşîreya acizger Simone (Melanie Kretschmann) jî nikarin pê re alîkar bin. Memûrê sînor ê Tirk ê hinekî jixwerazî (Yuri Englert) û komserê polîs ê ku heta bi hestiyên xwe bertîlxwur e (Niklas Kohrt), ku wê paşê wê xwe geh weke neteweperestekî hişk, geh weke megalomanekî û geh weke dewletrizgarkerekî rêlibergirtî bide nîşandan, wê nehêlin her çar di sînor re derbas bibin: Tirkiye  – ji bo miriyan jî! – sînorên xwe asê dike (“Betlaneyên xweş ên li Bodrumê bi dawî bûn”), û kî ji welêt re bibêje, “dînî-faşîst”, jixwe, ji binî ve ew der li xwe herimandiye. Ji wê kêliyê û pê ve klîşe tên meydanê û komedî dikeve krîzekê.

Memûr ji bo xwe, beramberî gelek kesên ji Awusturayayê ku ji wî we ye Elman in, Hitler vedibîne, û milê xwe yê rastê radike jor. Ji bo ê Transseksuel ew devera bihurîna transît teng dibe. Di rola xwe ya ne rehet a jinan de dibe minmina wê, her behsa dinyayeke bê pêşhukm dike û hemûyan aciz dike, nexasim jî hevalê xwe yê bijîşk, ku êdî di nava gotinên jiberbûyî de winda dibe (“Te cinsiyeta xwe feda kir, ji ber ku tu bi kokên xwe re ne li hev î”).


Ji mirinê rabûna kesê mirî

Polîsê bi çavbereke şanoyî, di dawiyê de welatê xwe rizgar dike, bi wê rêyê ku ku berê wî dikeve binê çalê: Ew raperîna gerseyan (Ji kolanê dengê “Em gel in!” bi qêrîn tê bihîstin) li gorî wî hewldaneke darbeyê ye, ew xwe jî wekî waliyê dawî yê Serokdewlet (“Yek zilamî em û welatê xwe bi serfirazî û rûmetê xenî kirin”). Bi dilsoziya li yên ser xwe re, diçe û tê û di dawiyê de ji aliyê welatiyan ve tê xeniqandin. Gelo serketina demokrasiyê li Tirkiyeyê wiha xuya dike? Ne girîng e, bi her halî ya ku kaos lê bi encam dibe dînîtî ye – û bi ser hemûyan de jî Husseinê mirî ji xewa mirinê radibe û daxwaza pasteyeke bi tiştên tevlîhev dike.

Ev lihevqelibîna çandan li mekanekî di navbera Firat û Tûnayê de, çawa ku Ibrahim Amir sêwirand, êdî ne tenê fikreke seresere, şensekî xwedêdayî divê bê dîtin, divê ew alîkariyê bike bi şanoyê re di şîrovekirina wê ya lêgerîna nasnameyê de ya di navbera Rojava û Rojhilat de ya di navbera derstpêk û menzilê de, ya di navbera welat û penaberiyê de. Lê di ya fikrî de evqasî besît û di ya kêf û pêkenîne de jî evqasî durist diviyabû mirovî ev nekira. 


NAVENDA NÛÇEYAN