Zeynep Cûdî Kobanê, ku gerîlayek ji Kobanê ye diyar kir, têkoşîna azadiyê ya li Kobanê li hemberî êrîşên DAIŞ‘ê hat nîşandan, divê neyê jibîrkirin, lewma wê dest bi nivîsandinê kiriye.
Nivîskar da zanîn ku ji bo rewş û qewimînan binivîsîne û bike malê dîrokê, timî dixwest tiştekî binivîsîne û weha peyivî: “Ji ber şerê li Kurdistanê min nikarîbû vê xeyala xwe pêk bînim. Ji ber ku di dema zarokatiyê de derfetên me yên xwedin û nivîsandinê tinebûn. Piştî ku tevlî nava partiyê bûm, min xwendin û nivîsandina xwe bi pêş ve bir. Ya ku bû sedem ez binivîsînim, jiyanên hevrêyên şehîd bû. Nenivîsandina wan, venegotina wan, gelekî bandor li min dikir. Her kêliya jiyana partiyê mîna romanekê ye. Bi taybetî jiyana bi şehîdan hatiye avakirin.”
Her çiqas ez ne li wê derê bim jî...
Her weha nivîskar got ku di dema berxwedana Kobanê de, wê pirtûka xwe ya destpêkê nivîsand û weha peyivî: “Ez di nava berxwedana Kobanê de tinebûm, lê belê di wê baweriyê de bûm ku diviyabû hestên xwe û wê demê bikim malê dîrokê. Ji bo min pêvajoyeke gelekî zehmet û giran bû. Gundê ez lê ji dayik bûm û gundên cîran ji aliyê DAIŞ‘ê ve hatibûn talankirin. Bûyer kêlî bi kêlî di mejî û dilê min de bi cih dibûn. Lê belê, ez ne li wir bûm lê belê şervanên azadiyê li wir hebûn ku bedena xwe dikirin sîper. Vê yekê dilê min rehet dikir. Min gelekî dixwest li wê derê binivîsînim. Wekî din, derfetên min ê lêkolînkirnê jî tinebûn. Ez dizanim, di wî warî de kêmasî hene, lê bawer dikim ku xwendevan wê di vî warî de min fêm bikin. Min hestên xwe yên di wê demê de bi giranî derxistin pêş. Min xwest eşqa azadiyê ya li xaka Kobanê ku qîrîna dayik û zarokan bi tilîliyên azadiyê re bûn yek, binivîsînim.”
‘Şimsal tê wateya bilûrê’
Ji bo navê ‘Şimsal’ jî nivîskar ev agahî par ve kirin: “Navê pirtûka min ‘Berbanga Şimsala Kobanê’ ye. Şimsal tê wateya bilûrê. Gotinek bi Soranî ye. Bilûra di dilê mirovan de deng vedide û bûyerên li Kobanê ji bo min tên heman wateyê. Mîna awazeke azadiyê ye ku ji dûr ve me digihîne rastiya xwe.”
ROZA AMED- DELÎLA GABAR/BEHDÎNAN