Me beriya bi du rojan behsa berberekî li bajarê Ingilistanê Lincolnê kiribû ku navê YPG Barbers li dikana xwe kiribû. Li ser nûçe, peyam û reaksiyonên li ser medyaya civakî, xwediyê dikanê Hecî Salih ji rojnameyên bajêr re peyivî û got, berê navê dikana wî Barber King bû, û serê vê salê wî navê dikana xwe wekî YPG Barbers guherandiye.
Hecî Salih ê ji Başûrê Kurdistanê, mixalifî reaksiyonên cihê yên li ser înternetê dibêje,”Heta niha min nebihîstiye ku kesek jê hez neke, lê baş dizanim hin Tirk dê jê hez nekin, ku ev jî tam li gorî wan e“.Hecî Salih dema ku di 18 saliya xwe de eskeriya bi zorê ji artêşa Iraqa serdema Sedam re dikir, ji eskeriyê reviya. Piştî wê jî, çend salan li Kurdistanê ma û ji ber zehmetiya jiyana li wir ji ber sedemên dînî, dibe penaber û berê xwe dide Ingilistanê.
LINCOLN