Yek ji xwarinên navdar ên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî Berbesêl e. Heger nîv kîlo goştê we yê berxan hebe, kîloyek mast, hêkek, seriyek pîvaza we, zeyta we (ne kêm 4 kevçiyên xwarinê), xwê, dermanê germ, catir û bexdûniza hişkkirî li mala we hebe, hema îro xwe lê biceribînin. Helbet ji we re sêlek jî lazime ku hûn li hewşa xwe kuçikekê jî deynin temam e.
Êdî hûn dikarin li ser wê kuçikê li gorî li dilê xwe berbesêlê çêkin. Goştê xwe di sêlê de hûnê xweş bipijin, lê pîvazên xwe beriya ku hûn bi ser dakin di taweyeke sor bikin. Mastê xwe jî li cihekê din germ bikin.
Piştî ku goşt pijiya, we pîvazê sorkirî lê kirin û mastê we jî germ bû, bi ser dakin (hûn dikarin bê mast jî çêkin). Qederê çariyekê jî wilo li ser axirê kuçikê bihêlin. Piştî vê qasê yek gotina din nakim ji bilî, xweşî û afiyeta canê we be!
SILÊMANÎ