Fermandarê Qereqolê Yilmaz K, piştî perwerdehiyê ji ber ku Çelîk bersîva pirsên hatin pirsîn nizanîbû, li Çelîk îşkence kir û got "Dewlet li vir xwarinê dide te. Nivîna dide te. Tu çima peyvira xwe bi cih nîne". Piştî lêdanê Çelîk ket komayê. Çelik piştî ji ber lêdan û îşkenceyê bi giranî birîndar bû rakirin Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Kocaeliyê. Çelîk ji vir jî sewqî Nexweşxaneya Leşkerî ya Golcukê kirin. Ji vir jî sewqî Nexweşxaneya Perwerdehiyê ya Haydarpaşa kirin. Çelîk, 7 rojan di komaye de bi tevahî 40 rojan li nexweşxaneyê hate dermankirin. Nexweşxaneyê piştî dermankirina 40 rojan rapora "Ji leşeriyê re nabe" da Çelîk.
Piştî bûyerê li fermandar doz hate vekirin û piştî doza 5 salan dewam kir biryar hate dayîn. Piştî li fermandar doz hate vekirin Dadgeha Leşkerî ya Kocaeliyê li fermandar Yilmaz K 3 hezar TL cezaye perayan birî. Di lêpirsînê de îfadeya şahidê bûyerê leşker İ.A., H.C. , E.L. , A.K , M.M. , Y.A. , M.E. û T.A û O.S.G' hatin girtin. Pişti lêpirsîna 5 salan heyetê der barê Yilmaz K. de 3 hezar TL ceza birî.

'Bi rapora Tipa Edlî derket holê'
Heyeta leşkerî ji Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Kocaeliyê rapora Edlî xwest. Piştî rapora tipa Edlî ku got "Nimet Çelik rastî lêdanê hatiye û birîndar bûye" der barê Yilmaz K. de 6 meh cezayê girtîgehê birî. Heyetê ev ceza zîvirand 3 hezar TL cezayê pereyan.

'Ceza rê li pêşiya îşkenceya leşkeriye vedike'
Parêzera Nimet Çelîk û parazvana mafên mirovan Nezahat Bayraktar, anî ziman ku muwekîlê wê ji ber lêdanê ji mirine rizgar buye û 3 hezar TL cezayê ku li bersûc hatiye birîn dibe sedema ku li qişlayê îşkenceyê bi vî rengî zêdetir bibin.Bayraktar, anî ziman ku dê biryara dadgehê îtîraz bikin û ger encamekê negirin dê serî li DMME'ê bidin.

DENİZ TEKİN / DÎHA/ÎZMÎR