Berdêla Lêgerîna Edaletê
PILING WELAT
Di pergalên dewletên hûqûqê de girtîgeh, cîhê înfaza sûc e. Ango cîhê ku cezayê ji bo sûcekî tê pêkanîn e. Sûc jî pênaseyên di qanûna darazê de, yên li ser çalakiyên mirov ên li dijî ewlekarî û aramiya civakê hatine kirin in. Çalakiyên weke kuştin, destavêtin, dizî, şêlandin, gendelî û nelirêtiyê jî di qanûnên hemû welatan de weke sûc tên qebûlkirin. Lê belê cîhê ku siyaset û rexnekirin weke sûç tê dîtin û berovajî welatên cîhanê tecawûzkar, diz, kujer û sextekar bi serbestî digerin mirov nikare behsa huqûqê li wir bike.
Yek ji navnîşana van welatên ku hûqûq lê hatiye berovajîkirin, cîhê sûcdar û mafdaran dest guhertiye jî bê guman Tirkiye ye.
Her roj bi sedan bûyerên bê hûqûqiyê rû didin. Êriş, îşkence û kuştina bi destê polîs û leşkeran êdî bûne bûyerên rojane. Dixwazin civakê bêzar bikin, çok bidin şkandin û vê bêhûqûqiyê bidin qebûlkirin. Lê encam çi dibe bila bibe, şehnazî û rûmeta mirovatiyê bêhûqûqiyê ranake. Berxwedana di vî warî de tê nîşandan, ne tenê weke nerazîbûnekê, lê belê di heman demê de çandeke berxwedanê weke alternatîfa ji vê bê rûmetiyê û vê bê-hûqûqiyê re jî pêşkêş dike.
Îcar li vir bûyereke mîna xelekên zîncîrekê encamên bê hûqûqiyê yek bi yek bi awayekî trajîk radixe ber çavan.
Di 16 Hezîrana 2013'an de, di dema çalakiyên Parka Geziyê de, zarokê 15 salî Berkîn Elvan, bi fîşeka gazê ya ji çeka polîsan derket hate kuştin. Doza Berkîn Elvan du sal û nîv derbas bibû encam ji doza wî derneketibû. Ji serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dozger Mehmet Selîm Kîraz weke dozgerê 5ʼan a di vê dozê de wezîfe girtibû. Mixabin wî jî ev bûyer ronî nekir û kujerên Berkîn Elvan dernexist pêşberî dadgeriyê.
Du endamên Rêxistina DHKP-C ji bo balê bikşînin ser vê bêhûqûqiyê di 2ʼê Nîsana 2015an de, ketin avahiya Edliyê û dozgerê ku li doza Berkîn Elvan dinêrî rehîn girtin. Piştre jixwe dewleta Tirk, li gorî kevneşopiya xwe meşiya û jiyana dozgerê rehîn girtî, li ber çavan negirt, li daxwazên çalakgeran jixwe qet guhdar nekir, ket hûndir de. Piştî polîs ketin hundir de, dozger û 2 endamên DHP-C, hatin kuştin. Di destpêkê de got in 5 gulle li dozgerê rehîngirtî ketiye. Piştre di rapora otopsiyê de hate eşkerekirin ku 10 gulle îsabetî laşê dozger kirine. Dema mirov rewşa objektîf dinêre, ne pêkane ku mirov bifikire di dema serdegirtinê de çalakgeran di dewsa xweparastinê de 10 gulle bera dozger dane. Lê îfadeyên Mûdûriyeta polîs yên bi nakok rastiya bûyerê eşkere dikir. Dozger ji aliyê polîs ve hatibû kuştin. Ji bo vê çalakiyê bi dawî bikin, bi awayekî bê rehm, dozgerê xwe jî ji ber çavan derxistibûn.
Di 4ê Nîsana 2017an de, Mustafa Koçak, bi îddîaya ku çeka mîlîtanên di rehîngirtina dozger de cîh girtine temîn kiriye, hate girtin. Bi rojan îşkence lê kirin û di bin îşkenceyê de îfade pê dan îmzekirin. Cezayê muebbeta giran danê. Hate diyarkirin ku şahidê veşartî li ser Koçak îfade daye. Koçak xwest ku derkeve dadgehê û were guhdarkirin. Ji bo darizandineke adilane dest bi rojiya mirinê kir û di 28 saliya xwe de, di roja 297'an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da.
Belê Koçak nehate berdan, di dewsa wî de bi deh hazaran diz, kujer, tecawizkar, sixtekarên hikumxwarî yên ku sûcên wan hatine tespîtkirin, hatin berdan. Bi sedan nexweşên li ber birinê nehatin berdan.
Îcar di van rêzebûyerên li pey hev de jî xuya dibe ku her bê hûqûqiyek, berdêla wê mirin jî be, bûye sedema çalakiyan. Bi kurt û Kurmancî, bê hiqûqî, hinceta berxwedanê ya mirovên xwedî rûmet e.