Cîhan asta seretayî li dibistana Hewarî Bomdîn, asta navîn li dibistana Ebî Elaa El-Mairî û asta amadeyî jî li dibistana Finûn Cemîlê, xwendin. Paşê peymangeha Finûn Cemîlê dixwîne û li gelek dibistanên  bajarê Reqqayê zarokan perwerde dike.

Cîhanê rojên zaroktiya xwe li kolana Ibrahîm Henano ya rojavayê Stasyona Tirênê borandin. Ew li taxên ku niştecihên wê ji pêkhateya ereb in mezin buye. Têkiliya wan û cîranên ereb û xiristiyan li ser esasê biratiyê, wekhevî û hezkirinê bû.

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê û Rojava re, Cîhan tevlî nava refên Yekînên Parastina Gel (YPG) bû. Cihê xwe li gelek eniyên şerê li hember çeteyên DAIŞ`ê û El-Nusra yên li herêmên Rojavayê Kurdistanê girt. Fermandar Cîhanê Şêx Ehmed tevlî berxwedana Serêkaniyê ya sala 2011’an bû. Di vî şerî de birîndar bû û li mehekê li nexweşxaneya Serêkaniyê ma. Ji ber rewşa wê ya metirsdar neçar bû ku derbasî cihê dayîkbûna xwe Reqqayê bibe û li wir bê dermankirin.

Dema Cîhan ji bo dermankirinê çû Reqayê, bajar bin serweriya hêzên rêjîmê de bû. Artêşa Azad jî amadekariyên girtina bajar Reqayê dikir. Bi derbasbûna Artêşa Azad ji herêmê re Cîhan berê xwe dide Kantona Cizîrê.

Li vir dîsa li Serêkaniyê ji aliyê çeteyên komên Artêşa Azad ve dîl tê girtin û du hefteyan li gel wan esîr dimîne. Paşê di encama çalakiya Yekîneyên Parastin jin (YPJ) de tê rizgarkirin. Piştî hat rizgarkirin, Cîhan careke din vegeriya eniyên şer ên Serêkaniyê, başurê Çilaxa, Girkê Legê û Til koçer û di berxwedanên van deveran hemû de cih girt.

Dema Hêzên Sûriyeya Demokratîk tê avakirin Cîhan Şêx Ehmed jî di avakirina wê de cih digire. Ew bi vînek mezin tevlî hemleya rizgarkirina bajarê xwe jî bû. bi destpêkirina hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê û bejahiya wê re, Fermandar Cîhan wekî berdevka Odeya Xezeba Firatê cihê xwe di hemleyê de girt .


NÛRHAN EBDÎ / ANHA / REQA