
Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Hizba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê civiya. Piştî civînê Nêçîrvan Barzanî got; “Şandeke hevbeş a hikûmetê wê biçe Bexda.” Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana baregeha Hizba Sosyalîsta Demokratîka Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê kir doh piştî nîvrojê. Şanda hikûmetê ji aliyê Sekreterê Hizba Sosyalîst, Mihemedî Hacî Mehmud û çend endamên din ên hizbê ve hate pêşwazîkirin.
Piştî civînê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek da çapemeniyê û got; “Şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê wê biçe Bexda û nûnerên hemû aliyên di nava hikûmetê de, wê tevlî şandê bibin.”
Ji bo hevdîtinan şanoya Bexda-Hewlêrê
Çavdêrên siyasî bi bîr dixin ku Bexda û serokwezîrê Iraqê Ebadî demeke dirêj xwe li bangên diyalogê ker dikir û weke şertê pêş ê diyaloga bi hikûmeta herêma Kurdistanê re daxwaza betalkirina referandumê dikir. Li gorî wan, pêşî hikûmeta herêmê biryarên dadgeha federal qebûl kirin û piştre vê dadgheê referandûm betal kir, bi vî rengî bêyî ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê betalkirina referandûmê bi lêv bike, betalkirina wê qebûl kiriye û şertê pêş ê Ebadî ji bo diyalog û hevdîtina aliyan pêk hatiye. Ango li gorî wan çavdêran, ev daxuyaniya Barzanî îşaret pê dike ku Ebadî ev şertê xwe yê pêş ê betalkirina referandûmê pêkhatî qebûlkiriye.
Hevdîtin bi Bexda re li Başûr yek rêveberî
Di heman daxuyanya çapemeniyê de Barzanî got; “Di navbera aliyan de nêzikbûnek heye û em hemû alî xwedî yek fikrê ne ku divê hikûmeta Herêmê dest bi guftûgoyê li gel Bexdayê bike. Her wiha li dijî du rêveberiyan e li Herêma Kurdistanê. Di nava aliyan de du fikr derketine pêş. Ya yekem; pêkhatina hikûmeta demkî. Ya duyem jî, pêkanîna hilbijartinan. Belê, nabe ti aliyek bi tena serê xwe li gel aliyekî bikeve nava guftûgoyê.”
Hevdîtin wê bi aliyan re bidomin
Barzanî diyar kir ku her dema nekarin mûçeyê karmend û mûçexwerên Herêma Kurdistanê bidin, wê bi şêweyekî zelal ji wan re ragihînin. Barzanî diyar kir ku wê li gel aliyan kom bibin û piştre rêyeke çareseriyê ji bo rewşa herêmê nîqaş bikin û got; “Em ê piştre encama serdanên xwe eşkere bikin û helwêsta wan ragihînin.”
Piştre Sekreterê Hizba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê, Mihemedî Hacî Mehmud axivî û got; “Hikûmet bi proje hatiye li gel aliyan baxive. Dibe fikrên cuda hebin. Belê hemû li ser tifaqa nav mala Kurdî û aliyên siyasî de xwedî yek fikrê ne.” Qerar bû, şanda hikûmetê doh li Girdê Zergete ya ser bi Silêmaniyê, li gel Tevgera Gorran û li Debaşan jî li gel Hêro Îbrahîm Ehmed bicive.
SILÊMANÎ