Derhênera filma penaberan ê metraj dirêj ‘Mîvan’, Andaç Haznedaroglu, diyar kir ku di girtina dîmenên filmê de wan rewşa penaberên Suriyeyê baş dîtiye. ev filma hanê yekem filma metraj dirêj a li ser vê meseleyê ye.
Derhêner Andaç Haznedaroglu, bi filma xwe ya duyemîn ya sînemayê ‘Mîvan’, çîroka Lena ya 8 salî û cîrana wê Meryem ya ji şerê Sûriyeyê reviyane, vedibêje. Filma ‘Mîvan’ kesên bêwar baş nîşan dide. Film di Mihrîcana Filman a Antalyayê de Xelata Temaşevanan a Avnî Tolunay, di Mihrîcana Filman a Bogazîçî de ‘Xelata produksiyona herî baş û filma herî baş’ wergirt, di Mihrîcana Molmo Arab de jî xelata lîstikvana herî baş a jin û filma herî baş wergirt.
Belge kêm in
Andaç destnîşan kir ku dema wan dîmenên filmê girtine, yek ji daxwazên wan ew bû ku dema dadgeha şer bê avakirin, bila belgeyek hebe û got, tevî ku koçberiyeke 7 salan heye, tiştên hatine nivîsîn û bi dîmen belgekirin, gelek kêm in.
Jinên berxwedêr
Andaçê di dewamê de da zanîn ku gelek kes penaberan wek kesên li kolanan dibînin, lê beriya şer jiyaneke wan a weke me hebû û wiha peyivî: “Min xwest ez bi çavê jinan li meseleyê binihêrim. Yên herî zêde di zor û zehmetiyê de ne, jin in. Herî zêde jinan berdêl daye. Jinên ji şer reviyane hene. Drama esas jî li wir e. Ji sedî 70’ê yên ji şer reviyane jin û zarok in. Rewş ji bo jinan pirr zehmet e.”
Andaçê got, divê ev tenê bi çapemeniya herêmî û filman bi sînor nemîne û filma wan yekem filma metraja dirêj a cihanê ye li ser vê meseleyê.
JINNEWS / IZMÎR