S. Asûman Demîr, dosya nûçeyek li ser referandûma ji bo serxwebûna Katalanyayê amade kiriye. Divê dosya nûçeyê de S. Asûman Demîr bi bîr dixe ku Katalanya bi saya kooperatîfkariya xwe hewcedarî cîhana derve nîne û 34. aboriya herî mezin a dinayayê û bi vî awayî berê xwe daye referandûma serxwebûnê. S. Asûma Demîr bi yekî ji damezrînerên Kooperatîfa Şêwirmendiya Înformatîk û Çandî ya li Barcelonayê, Baybars Kulebî re peyivî ye, ku daxwaza serxwebûnê ya Katalanan û nihêrîna çep a Spanyayê ya li mijarê nirxandiye. Kulebî bi bîr dixe ku xelkê Katalanyayê ji destwerdana Spanyayê nerazî ye. Her wiha polîsê Katalan Mossos jî radestî rêveberiya polîsên Spanyayê kiriye.
Ji bo komkirina psûlayên dengan û belavokên propagandaya referandûmê, operasyonên polîsan ên dewam dikin jî tên bibîrxistin, û tê gotin, dozgerî malper û domainên wan ên agahdarkirina li ser referandûnê jî desteser dikin. Li gorî Kulebî, bûyerên diqewimin, wê tenê li Katalonyayê nemînin û li hemû kolanên Spanyayê belav bibin.
Pişta serxwebûnê kooperatîfkarî ye
Baybars Kulebî got, li gel kedkarên li Katalanyayê, bûrjûvaya biçûk yanî çîna navîn jî piştgirê serxwebûnê ye û wiha peyivî: “Ev yek ji bo tevgerên gel ên girseyî girîng e û pêwîst e. Li aliyê din, hêzên herî mezin ên fînansê yên herêmê bi awayekî vekirî li dijî serxwebûnê ne. Bankayên bi navê La Caîxa û Sabadell û saziyên medyayê yên bi wan ve girêdayî ne, dijberê referandûmê ne.”
Lê faktora ku pişta serxwebûnê digire li gorî Kulebî, hebûna alternatîfa hilberînê ye: “Kooperatîfkariya xurt a li Katalanyayê, hem yek ji pêkhateyên erênî yên aliyê çînî ya serxwebûnê ye, hem jî sparteyeke serxwebûnê ye. Tevgerên civakî yên Katalan ên ji aliyê siyasî ve xwe li herêman bi rêxistin kirine, pêkhatina serxwebûnê ji aliyê aborî ve, di kooperatîfkariyê de dibînin. Cihê kooperatîfiyê di dîrokê de ji bo Katalanyayê gelekî girîng e.”
Spanya wê di warê darayî de tengav bibe
Di dewama axaftina xwe de Kulebî bi bîr xist, ku Katalanya yek ji 17 herêmên otonom ên Spanyayê ye û 34. aboriya herî mezin a cîhanê ye, ji ber vê yekê jî qutbûna Katalanyayê ji Spanyayê, wê hem di warê deynên neteweyî û hem jî di warê fînansmana xizmetên civakî yên weke teqawîtiyê de, Spanyayê tengav bike. Kulebî got, ew pê dizanin ku referandûm wê neyê naskirin, lê belê eger referandûm bê kirin û dengê ‘erê’ bi ser bikeve, wê du proje bikevin rojevê. Yek jî “Plana Jûnts pel Sî (Bi hev re ji bo Erê) ku Parlamenta Katalan bi rê ve dibe û CÛP a ji derve piştggiriyê dide wan; eger dengê ‘erê’ bi ser bikeve wê di nava 48 saetan de bi awayekî yek alî serxwebûn were ragihandin li gorî vê projeyê.
Projeya din jî Catalûnya en Comû ye, ew ê pişta xwe bide çalakiyên girseyî û liv û tevgera li kolanan a bi wesîleya referandûmê û bi vî rengî pêvajoyeke guherîna damezirîner a ku têgîna netewetiyê ya li Spanyayê ji nû ve bi nav dike, bide destpêkirin. Roja yekşemê wê bersival gelek pirsan bê dayîn. Ka hikûmeta navendî wê serketî be di astengkirina referandûmê de yan Katalan wê karibin referandûmê pêk bînin û projeyên xwe bixin dewrê.
NAVENDA NÛÇEYAN