Bipêşveçûna şervanên Xezaba Firatê ber bi navenda Reqayê ve didome. Li aliyê din êrîşên dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî yên bi destê çeteyên xwe dike zêdetir dibin.

Şervanên QSD`ê li bakur-rojavayê Reqayê, gundê Rabia ya ku pêr êvarê xistibûn dorpêçê, rizgar kirin. Di şerê ku li gund rû daye de, gelek çete hatine kuştin û gelek çek û cebilxaneya çeteyan, kete  destê şervanan.

Şervanan li gundê hatiye rizgarkirin, dest bi xebata lêgerîn û paqijkirina mayînan, kirin.

Her wiha, doh ji sengerên şer hate ragihandin ku şervanên QSD’ê gundên Ednaniyê, Bîr Haşim û Seggûra yên dorpêçkirî jî rizgar kirin. Her sê gundên ku li bakur- rojavayî Reqqayê dikeve, di saet 12.00`an de ji ceteyan hatin paqijkirin. Li gundê Hawî Hewa, Yaarûb û Ebû Sûs şer berdewam e.

Balafirên Tirk tevdigerin

Balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker, li ser navçeya Cindirês û gundên girêdayî wê yên  li ser sînorê Kantona Efrînê, digerin.

Li gorî çavkaniyên leşkerî, balafirên keşfê yên  artêşa Tirk a dagirker, li ser navçeya Cindirês û gundên girêdayî wê yên  li ser sînorê Kantona Efrînê, digerin. Hêjayî bi bîr xistinê ye ku rojan e balafirên kefşê yên artêşa dagirker li ser  navçeyên Raco, Şiyê, Cindirês û Bilbilê yên Kantona Efrînê, digerin.

YPG’ê pêşî li çeteyên Tirk girt

Şervanên YPJ/G`ê hewldana derbasbûna çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser Kantona Efrînê, têk birin û di encamê de 2 çete hatin kuştin. Her wiha çeteyan bi çekên giran êrîşe herêmên Şahbayê, kirin.

Li gorî nûçegihanê ANHA’yê ku ji herêma Efrînê raghandine, çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan ku derbasî noqteyên şervanên YPJ/G`ê yên li gundê Celeme û Dîwa yên navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê, bibin. Lê şervanan bi tevgera çeteyan hisyan û hewl dan wan têk birin. Di encama bersivdayîna şervanan de, du çete hatin kuştin. Her wiha, çeteyan pêr bi şev êrîşe her du gundên navborî, kirin. Li ser bersivdayîna YPG`ê, şer derket û di encamê de çete neçar man ku ji herêmê birivin. Çeteyên ku tu encama bi dest nexistin, careke din agir bi zeviyên welatiyên gundê dîwa xistin. Di heman demê de, çeteyan topên hawanê avêtin gundê Bîloniye ya navçeya Şera. Ji aliyekî din ve jî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşa li ser gund û balafirgeha Minix û herêma Şahbayê, dewam kir. Di heman demê de, çeteyan bi çekên êrîşe gundên Bendava Şahba û Til Medîq, kirin. Derbarê encama êrîşê de, tu agahî nehatin bi dexistin. 


NAVENDA NÛÇEYAN