
Di 9’ê Çileya 2013’an de 3 jinên şoreşger ên Kurd li Parîsê hatin qetilkirin. Tevî ku di ser komkujiyê re 2 sal derbas bûne jî, komkujî hîn jî nehatiye ronîkirin. Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven şert û mercên komkujiyê nirxand. Seven bal kişand ser dema komkujiyê û got, “Beriya 2 salan, di 3’ê Çileya 2013’an de hevdîtinên bi Rêbertiya me re ku demeke dirêj nehat kirin, ji nû ve destpê kiribûn. Ji 11’ê Tîrmeha 2011’an û pê ve ji ber polîtîayên qirêj Rêbertiya me hat tecrîdkirin. Ji wê demê û pê ve yekemcar di 3’ê Çileyê de bi heyeteke partiyê re hevdîtin kir. Hevdîtinên piştre, di encama hewldanên berfireh ên Rêbertiya me de, mercên îro yên muzakereyê afirandin. Beriya komkujiya Parîsê Rêbertiya me hedef hat girtin, hewl hat dayîn bê tinekirin û tevgera me ji holê bê rakirin.”
Hêzên tarî li pişt in
Seven da xuyakirin ku di kesayetiya her sê jinên şoreşger de têkoşîna azadiyê ya jinê hedef hatiye girtin û anî ziman ku bi vê yekê re di heman demê de hatiye xwestin ku xebatên dîplomasiyê yên pirsgirêka Kurd a li qada navneteweyî bê qelskirin. Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kiriye ku ev sûîkast ji aliyê gladyoya kesk ve hatiye kirin û got, “Li dû vê komkujiyê gelek rêxistinên îstîxbaratê û şebeyên sûc hene.”
Haya Fransa jê hebû
Seven da zanîn, ku ji ber haya dewlet û îstîxbarata Fransayê ji komkujiyê hebû, komkujî nayê ronîkirin û axaftina xwe wiha dewam kir: “Fransa wê di çarçoveya berjewendiyên Tirkiye û welatên NATO de, gava dema wê hat wê eşkere bike. Têkoşîna PKK’ê û berxwedana gelan dikare vê bi lez bike. Mînak; piştî komkujiyê zexteke mezin a raya giştî ya Kurd û dostên wan çêbû. Ev yek jî bû sedem ku rayedarên dewlet û hikûmeta Fransayê hin tiştan bike. Wezîrê Karên Hundir neçar ma li cihê bûyerê daxuyaniyê bide.” Seven bal kişand ser lingê komkujiyê yê Elmanya û got, “Divê dema bersûc a li Elmanyayê diman bê eşkerekirin û parvekirin. Zelal bûye ku cînayet ji aliyê gladyoyê ve hatiye kirin, ji aliyê cemaeta Fethûllah Gulen ve hatiye plankirin. Zelalbûye ku tetîkkêşên Ocaxên Alperen ên BBP’ê tê de cih girtine. Ev yek ne tenê gotineke. Daneyên hiqûqî û siyasî yên vê yekê hene.”
Banga çalakiya li Parîsê kir
Seven banga beşdariya meşa 10’ê Çile ya li Parîsê kir û got, “Divê ev meş xwedî wê hêzê be ku gaveke bi pêştir biafirîne. Ji ber vê yekê berpirsyariyeke cidî dikeve ser milê gelê Kurd, hêzên demokrasiyê, hêzên çep-sosyalîst, bindestan, hemû hêzên cihêreng. Bi kurtasî her kesê ji xwe re dibêje mirov im, girîng e di ronîkirina vê cînayetê de xwe berpirsyar bibîne û ya pêwîst bike. 10’ê Çile li dijî zilmê li nava refên berxwedana mirovahiyê cih bigirin. Bi vê berpirsyariyê re zexteke mezin dikare li ser hikûmetên Fransa, Elmanya û Tirkiyeyê çêbe. Konjontura niha guncaw e. Ji ber ku PKK ji aliyê îdeolojîk, siyasî û leşkerî ve xurt bûye.”
ANF/BEHDÎNAN