Di daxuyaniya ku ji aliyê berpirsyarê komisyona binarê Qendîl Mamoste Marûf Resûl ve hat xwendin di serî de behsa tekoşîna 30 salan a gelê Rojavayê Kurdistanê kir ku dijmin dixwaze bi her şêwaze vê tekoşînê têk bişkîne û wiha pêde çû: “ev êrîş hîn zêdetir bûne û îro hemû Başûrê Kurdistan, bi taybet herêma Şengalê di nav xwe de digire. Her çend beriya niha jî metirsiyên êrîşek bi vî awayî bi caran ji aliyê gelê kurd û tevgera wê ya azadiyê ve hatibû diyarkirin. Lê belê li gel ku ev xetere dihate zanîn jî ti hewildanek ji bo parastina gelê Şengalê çênebû.”

Helwesta PDK´ê rexnekirin

Mamoste Resûl behsa xetereyên komkujiyê li ser gelê Şengalê kir û got: “îro Şengal ji aliyê çeteyên DAİŞ’ê ve hatiye dagirkirin. Gelê wir bi komkujiyan re rûbirû ne. Ji bo wê jî em ji hemû Kurdên li çar beşan dixwazin ku bi hawara gelê Şengalê ve biçin.” Resûl rexne li siyaseta hinek partiyên li Başûr jî kir û wiha got: “Divê ev partî bi lez û bez ji bo avakirina bereyek Kurdistanî têbikoşin û hêzên gêrîla û pêşmerge di nav vê bereyê de bikarin hemû Kurdistanê biparêzin. Em ji hêzên cihanê û Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku xwedî helwest bin. Ji ber ku heta niha helwesta wan nediyar û wek pêwît nebûye.”

Kampanyaya alîkariyê

Berpirsyarê komîsyona binarê Qendîlê di dawî de behsa kampanyayek alîkariyê jî kir ku ji aliyê şaredariya binarê Qendîl ve ji bo penaberên Şengalê hatiye destpêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji gelê dilsoz ê binarê Qendîlê dixwazin ku pêşdebirina vê kampanyayê û komkirina alîkariyan wek erkek mirovî û nîştimanî bibînin. Ji bo wê jî divê her kes bi hawara xwişk û birayên me yên li Şengalê ve biçin ku bi zilm û komkujiyekê re rûbirû ne.” Daxuyanî bi sloganên piştgiriya Şengalê bidawî bû. 

GELAWÊJ EWRÎN