Li taxa Orûçlû yê navçeya Çaldiran a Wanê, zivistanan yek ji çavkaniyên debarê yên gel masîvanî ye. Welatî ji bo ku li çemê Kazgoluyê masiyan bigirin, serê sibê zû radibin û dikevin rê. Li hin cihan qalindiya berfê 2 metre ye û di çemê qeşagirtî de girtina masiyan gelekî zehmet e. Di çem de herî zêde masîpank û deqsor hene. Ji niştecihên taxê Yaşar Beyazsu bal kişand ser zor û zehmetiya kar û wiha axivî: “Keleka her kesî heye. Tenê me ji bo vî karî kelek çêkirine. Dema em pir masiyan bigirin, em wan difiroşin, lê dema em hindik bigirin, dibin malên xwe. Karê me jî ev e. Li bajêr, di vê demsalê de karekî din tune ye. Li bajarê me carinan zêdeyî 2 metreyan berf dikeve û pir sar e.” 


WAN