Ferat Kevir


“Gelo hişê mirovî dijminatiyê li xwe dike? Yê min dike!¨  (Seyîd Ali- Filma RÊ)  


Berf di hemû zimanan de wateya xwe diyar e. Sar e! Dema berfê dema zivistanê ye. Dema sekinandinê ye ku mirov bi mehan di mala xwe de li ber sobeyên xwe bê ceyran li benda heliyana wê ye. Dema xwendin û nivîsandinê ye. Dema şevên dirêj e. Dema çîrokgotinê ye. Dema Berfê dema şevbuhêrkan e. Berf ava havînê ye!  Dikarim bibêjim, berf betlaneya axê ye! Pîroz e! 

Rengê berfê spî ye! Spî wateya xwe jî ev e: berf, serma, aşîtî, paqijî, kubarî, zerafetî, safîtî, bê hêzîtî, şîngirêdan, keçikanî, teslîmîyet, dilsozî, bawerî, başî hwd. Em dikarin dirêjtir jî bikin. Lê bes mijara nivîsê ne rengê spî ye, mijar berf û bikaranîna berfê ya di sînemayê de ye.


Xemgînî êşa rêwîtiya ber bi Çewlikê ve ye 

Ez ê niha hewl bidim ji we re vebêjim ka îcar Yılmaz Guney di fîlma xwe ya ‘Rê’ de berf bi çi awayî vegotiye, ji bilî van tiştan çi li ser berfê bar kiriye û bi van peyvên girêdayî bi berfê re xwestiye çi bibêje. 

Ez dibêjim me hemûyan li fîlma Rê temaşe kiriye. Dîmen û çîroka fîlmê tê bîra me. Ez fîlm bi giştî şîrove nakim, tenê ez ê li ser çîroka Seyîd Alî û Zînê û devera bi berf ya li ser jiyana van herdu evîndaran bisekinim. Fîlm di zindanê de dest pê dike. Namê ji Seyîd re tê. Seyîd xwe dide kêlekekê û nameya xwe dixwîne. Dîmen bi qedandina belavkirina nameyan diqede. Em bi dengê çûk mizgîniya destûra çûyina cejnê dibihîzin. Herkes bi kêf û çoş lê bes Seyîd ne di nav wê hewayê de ye. Dibe ku em tam nizanibin, lê belê em pê dihisin ku ev destûra cejnê barekî giran e li ser Seyîd. Seyîd berê xwe dide bajarê Konya yê Tirkan. Di rê de di trenê de ew û Mihemed Salih hev dibînin û Seyîd çend hevokên nameyê bi Mihemed Salih dide xwendin. Em li wir pê dihesin ku jina Seyid Zînê xiyanet lê kiriye û ketiye rêyeke nebaş. Lewma bavê Seyîd, Zîn şiyandiye mala bavê wê ya li Çewlikê!


Rê civakê jî Seyîd jî tetmîn dike

Heya wir çîroka Seyîd normal dimeşe. Zîn ketiye rêyeke nebaş! Li gor qanûnên civakê dive Zîn berdêla cezayê xwe bi mirina xwe bide! Herkes li benda Seyîd e! Divê Seyîd vê peywira hanê jî pêk bîne! 

Ev peywir jê re giran e! Têkiliya Seyîd û Zînê, ne tekiliyeke ji rêze ye! Ji ber ku Seyîd ji Zînê hez dike! Her çiqas Zînê xiyanet li Seyîd kiribe jî Seyîd dil nahêle Zînê bikuje! 

Erê temam, lê divê civak jî tetmîn bibe! Lê çawa? Derhêner di wir de çareserî di berfê de ditîye! Rêwîtiyeke ku di nava berfê de derbas dibe ji Seyîd re nivîsandiye! Mîna qedera wî! Rêwîtiyeke hişk û bi asteng! Li cihekî jiyan wê bisekine û wê hişkbûna xwe bi Seyîd bide hîskirin! Wê berf hişk bibe wê bibe asteng lê wê Seyîd jî bigihîne armanca wî. Berf wê bi me re bileyîze. Hem wijdanê Seyîd wê rehet bibe, hem jî civak wê tetmîn bibe! 


Paqijiya berfê ya xapînok û zilma li Zînê 

Di çîroka Seyîd de berf mîna paqijkirinê hatiye bikaranîn. Di nav ewqas spîtiya xwezayê de xaleke reş heye ew jî Zîn e! Ew zehmetî, zorî, dijwarî û astengiya berfê hemû li ser xalekê hatiye ponijandin. Ew xal jî paqijkirina namûsa Seyîd e! Wê berf Zînê di nava xwe de wenda bike! Wê berf evînekê têk bibe û endameke vê evînê daqurtîne!

Zîn xwe dişo û xwe pak dike! Wê serê sibe derkeve rêwitiya jiyana xwe û Seyîd. Hîn jî serê Seyîd ne zelal e ka wê çi ji Zînê bike! Dive jê xelas bibe lê bes çawa! Êdî rêwîtî dest pê dike! Em careke din xwe di nav berfê de dibînin! Me sar e, her der sar e! Ji xwezayê zêdetir tiştek xuya nake her der berf e! Sê rêwî di nav berfê de dimeşin. Zîn bêhez e û Seyîd vê bêheziya wê bi kar tîne! Gotinên bûrayê xwe tîne bîra xwe! Wê rojê bûka filankes bêhêz ketiye, kelecanî bûye û di nava berfê de miriye! Seyîd êdî xwe sist dike! Ew hêla wî ya evînê li hember ya civakê kêm dibe hêdî hêdî xwe berdide û Zînê li pey xwe dihêle! Zîn dibîne ku Seyîd hespê pê hatî dikuje û diqîre! Seyîd min ji ajalên birçî re nehêle! Seyîd min li van deran nehêle! Zîn hêdî hêdî xwe berdide hêza wê diçe, ew berfa zerîf banga mirina wê dike! Berf xwe dike xeweke xweş û şîrîn û xwe berdide ber singa Zînê! Zîn berfê mîna betaniyê li xwe dipêçe, lê bes ew betanî jê re dibe kefen! Ma kefen jî ne spî ye ji xwe! Tişta ku Zînê dikuje dibe berf! Kes ji vê tiştê xwe mesûl nagire û civak tetmîn dibe! Berf di vê çîrokê de dibe kujer! Safîtî, aramî û zerafeta spîyatiya berfê dibe çekeke reş û tarî û laşê zeîf yê Zînê dipêçe! Zîn êdî di wê tariyê de dibe xaleke spî!