Barîna berfê li Rojavayê Kurdistanê jiyan rawestand. Ji ber berfa ku ev 2 roj e dibare, şevêdin rêya Dêrik-Girklê Legê, Girkê Legê-Çilaxa, Çilaxa-Tirbespiyê, Tirbespiyê-Qamişlo, Qamişlo-Amudê, Amûdê-Dirbêsiyê, Dirbêsiyê-Serêkaniyê, Serêkaniyê-Til Temir hatin girtin. Zêdetirî 200 wesayitan jî di van rêyan de asê man.

Wesayîtên ku asê mabûn ji aliyê hêzên Asayîşa Rojava ve hatin rizgarkirin. Her wiha nêzî 350 welatiyên di van wesayîtan de jî anîn bajaran.  
Li gorî agahiyên ku rayedarên Asayîşê dane, rêya Dêrik û gundê Wanikê ku 4 kîlometre dûrî bajar e, rêya Hesekê-Dirbêsiyê, Qamişlo-Amûdê hîn girtî ye. Rayedarên Asayîşê ji welatiyan û xwediyên wesayîtan xwestin ku mecbûr nebin dernekevin rêyên dûr an jî tedbîrên xwe bigirin.
Li aliyê din komîteyên belediyeyên bajaran jî dest bi paqijkirina navenda bajaran kirin.
Li navenda bajaran jî, ji ber berfê welatiyan gelek zehmetî kişandin. Li hinek cihan sacên li ber deriyên dikanan şikestin, dîsa hinek dar şikestin. Berfa ku di helene li kolanan golên biçûk ên avê çêkirin. Ber deriyê gelek dikanan jî tije av bû. Di saetên serê sibehê de welatîyên ku ji bo pêdiviya nan derketin derve jî zehmetî kijandin. Hinek welatiyan jî ber deriyên mal û dikanên xwe pajiş kirin.
Li aliyê din Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Yekîtiya Mamosteyan jî duh bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku li dibistanên bajarên Rojava perwerde ji bo rojekê hatiye sekinandin.

NAVENDA NÛÇEYAN