
Nivîskar, senarîst û rexnegirê wêjeyê yê brîtanî John Berger di 90 saliya xwe de duşemê wefat kir. John Berger nivîskarê pirtûka pêşeng a rexnegiriya hunerê ya bi navê “Ways of Seeing” (Rêyên dîtinê) ye.
Berger li mala xwe ya li keviya bajarê Parîsê, Antonyê piştî nexweşiyeke salekê dewam kirî, mir.
Berger tesîreke mezin li intellektuelên sedsala 20´an kir. Berger ne bi tenê bi rexnegiriya xwe, lê bi çalakgeriya xwe jî tesîr kir, wî sala 1972´yan dema xelata wêjeyê Booker ji bo romana xwe ya bi navê “G” wergirt, got, “ez wekî nivîskarekî şoreşger, vê xelatê bi wan mirovan re parve dikim ku li Karîbîkê û ji karîkê ne”. Wî bi vê yekê nîvê xelata xwe da tevgera “Black Panter”.
Berger di heman demê de nivîskar û şoreşgerek bû ku destek da tevgera Rizgariya Gelê Kurd. Ew di heman demê de di kampanyaya Aştî ji bo Kurdistanê de jî bi îmzeya xwe cihê xwe digir.
PARÎS