
Kovara folklorîk a bi navê Folklora Kurdan ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Kurdî Der’a Amedê ve hatiye amadekirin bi hejmara xwe ya yekemîn têr û tijî derket. Kovara ku bi dirûşma ‘Zargotin zêrgotin e, zêrgotin zorgotin e!’ dest bi weşanê kir dê sê mehan carekê derkeve.
Kovara ku bi naverokeke dewlemend û mîzampajeke rengîn û balkêş derketiye di nivîsa xwe ya angaştê de balê dikişîne ser rol û rista girîngiya folklorê ya ji bo gelan. Folklor ev zanist e ku çanda madî û manewî ya gelêrî, li gorî rêbazên xwe yên taybet lê dikole, berhev dike, disenifîne, tehlîl dike û dinirxîne. Li cîhanê xebatên vê qadê di sedsala 18’an de dest pê kirine û hema hema hemû neteweyan bi xebatên giranbuha hewl dane ku folklora xwe berhev bikin û ji nû ve vejînin.
Edîtoryaya kovarê tînin ziman ku Kurdistan ji ber ku bindest bû -hê jî bindest e- ji hingê heta îro ji dizan re bûye wekî malê belaş û wiha dibêjin: “Kî hatiye axa me, tiştek ji me diziye û çûye. Stranên me guhdarî kirine û navên xwe li binî nivîsîne, xeberoşk û pêkenokên me berhev kirine û li ser navên xwe weşandine; peyv û biwêjên me di ferhengên xwe de bi cih kirine û taliyê li me vegeriyane henekên xwe bi zimanê me kirine.”
Aangaş û danezan
Edîtoryaya kovarê di nivîsa xwe ya ‘Angaş û danezan’ê de wiha balê dikişînin ser hewldanên parastina folklora Kurdan: “Gelek folklornasên me, hewldane ku rê li ber van dizan û diziyê bigirin.
Hin tiştên me yên folklorîk bi saya van folklornasan gihîştine heta ber destên me. Erê, van folklornasan hewl dane ku vê gencîneyê biparêzin lê ji ber qedexe, zordarî û lêxwedîderneketinê ev kar heta niha bi rêk û pêk nehatiye kirin. Lewre cihê mixabiniyê ye ku piraniya van berhemên folklorîk an winda bûne yan jî dizan ew kirine mal û milkê xwe.”
Edîtoryayê di dewama nivîsê de jî wiha dibêje: “Ev tiştên ku me li jorê gotin hemû çimayên me ne; hemû bûn sebeb ku em xwe bidin ber vî barî. Lê sebeba herî mezin hê me negotiye; sebeba mezin jî ev e; ‘heta ku neteweyek folklora xwe nas neke, nikare azad bijî’.”
Xebata hevbeş
Edîtoryayê daye zanîn ku kovara wan wekî xebata berhevkarî û weşandina folklora Kurdan derketiye holê û ev kovar hêla projeyê ya weşandinê ye û wiha dibêjin: “Ji ber vê çendê dê carinan bergeha me ji kovarekê cudatir be. Şirîkên vê xebatê jî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Kurdî-Der in.”
Giyayê hewşê şîrîn e
Edîtorya di nivîsa destpêkê de jî silavekê dide xwendevanan û wiha dibêje: “Ji edetê ye, dema ku kovarek dest bi weşana xwe dike, ked-darên kovarê û xwendevan li ser navê kovarê li benda nivîseke yekderbî ne. Û ji bo vê jî teqez qurbanek tê hilbijartin. Û navê qurbanî/ê jî xwedêgiravî edîtor e.
Her kes li bendê ye ku ew hin gotinên qerrase bibêje. Va ye, ez a xwe ji serî de dibêjim ‘Yabo; weleh, bîleh û tileh ez wan gotinan ne dizanim ne jî dikarim.’ Ê me karê me aşkera ye, em serî û baniyan li gotinên xwe nagerînin. Karê me folklor e. Li cem me qîmeta nifirê ne kêmtir e ji a duayê. Em ne ji dêrê dibin ne ji mizgeftê. Ji jehr û ziqûmê bigire heta ker û kûçikan; ji sîr û pîvazê bigire heta bi giyayên hewşa me, her tişt mijara me ye.”
Edîtorya diyar dike ku her ku ew do kovara xwe de qala giyayê hewşê dikin û wiha dibêjin: “Divê li vir qala tiştekî din jî bikim. Ma di nav Kurdistaniyan de kî bi vê gotinê nehesiyaye û her kes jî baş dizane çi ye wateya ‘giyayê hewşê tehl e.’ Tiştên bi me şîrîn ev in: 1- Giyayê hewşê, 2- Dara li ser koka xwe şîn bûyî û 3- Kerê ku di axurê xwe de dizire.”
Navnîşana kovarê
Kovara ku edîtoriya wî mamosteyê Kurdî Der’ê Eşref Keydanî dike, redaksiyon ji aliyê Ridwan Dîzman ve tê kirin û di desteya wê ya weşanê de jî Jêhat Rojhilat, Şemsa Îlbaş, Weysî Arcagok, Asmîn Uyanik, Mem Mukriyanî û Ronya Bewran cih digirin. Ji bo têkiliyê hûn dikarin di ser navnîşana; Huzurevlerî Mah. Doktor Sitki Goral Cad. 13. Sok. No: 4-1 Kayapinar Diyarbakirê têkilî bi xebatkarên kovarê re deynin.
AMED