Pêykerê Azadiyê ji aliyê hunermendê bi nav û deng ê xelkê Sinê bi navê Hadî Zaîdînî ve hat çêkirin. Hadî Zaîdînî hunermendekî Kurd e, heta niha bi dehan pêyker ji bo hunermend û kesayetên naskirî, li Rojhilat, Başûr û Bakûrê Kurdistanê çêkirine û li qad û kolanên Sine û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê danîne.

Ji bilî Peykerê Azadiyê yê li qada Îqbala Sine hatiye danîn, heta niha pêykerên kesayetên Kurd ên mîna Mamosta Hejar, Hêmin, Qanê, Mestûrî Erdelan, Pêykerê Şêrejin, Dayîk li Dîwandere, Şêx Mehmûd li Silêmaniyê û pêykerê Enfal û dehan pêyker afirandin. 

Hadî Zaîdînî di sala 1956´an de li taxa Ceweravayê Sine ji dayîk bûye, û beşa hunerên bedew ango estetîk li Zanîngeha Tehranê temam kiriye û kargeha wî ya pêykertiraşiyê li Sine heye. 

Hunermend heta niha çi bi tenê û çi jî bi hevbeşî beşdarî bi dehan pêşangehên li nava Îranê û li derveyî Îranê bûye û bi dehan xelat bi dest xistine. 


 SINE