Li Qersê berhem û şûnwarên dîrokî ku heta niha bûye war û lusa gelek şaristanî û civakên cuda, niha ji ber nayê parastin û şert û mercên avhewayê yek bi yek wêran dibe û tek diçe. Li bajarê ku bi reng û ruyê xwe yê dîrokî bala her kesî dikişîne ser xwe, ev reng û ruyê wê yê dîrokî û berhemên ku bêhna mîmariya hezar salan jê difûre yek bi yek hildiweşe û tev li rûpelên dîrokê dibin. Ev berhemên dîrokî ji ber ku ji aliyê rayedaran ve nayên parastin li hemberî hewa, baran, serma, germa û şert û mercên xwezayê hildiweşin û wêran dibin. Li aliyê din dêrên dîrokî jî ji ber ku bûn mizgeft êdî nexşe û motîfên dîrokî û olî winda dibin. Dîsa keleha Qersê û hemamên dîrokî her wiha malên dîrokî yên Qersê yek bi yek li hemberî demê, serma û germahiyê hildiweşin. 

QERS